Li Qersa ku hikûmeta AKP û MHP’ê 3 hezar û 842 hilbijêr veguhestinê, ji aliyê Partiya Wekhevi û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Komarê ya Gel (CHP), Partiya Pêşerojê û Partiya Demokrasî û Pêşerojê (DEVA) li pêşiya bînaya edliyeyê hatin li ba hev û daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan.
Daxuyanî li ser navê partiyên siyasî ji aliyê Hevserokê Dem Partiyê yê Qersê Seyfettîn Gonel ve hate xwendin. Gonel ragihand ku hikûmetê beriya hilbijartinan daxwaza xwe ya tayînkirina qeyûman domandiye û got ku mafê hilbijartinê yên namzetên Qersê hate desteserkirin.
Gonelî di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew ê tu carî nehêlin ku mafê gelê Qersê yê hatiye xespkirin, were binpêkirin û got: ‘’Bersiva gelê Wanê ya li dijî zilmê, nîşan da ku hikûmet li hemberî têkoşîna gel çawa têk diçe.’’
NÊZÎKÎ 4 HEZAR HILBIJÊR HATIN VEGUHESTIN
Serokê CHP'ê yê Qersê Ûlaş Ûlûtaşdemîrî jî got: ‘’Me tespît kir ku ji bo 'operasyona zivistanê' 3 hezar û 800 kes anîne. Ev jî ji sedî 10'ê dengên tên bikaranîn, pêk tîne. Di hilbijartinên xwecihî yên beriya niha de ferqa di navbera partiyan de ji sedî 2 bû û niha jî hikûmetê bi rêjeya ji sedî 10’an hilbijêr veguhestin û midaxileyî encamên hilbijartinê kirin.’’