‘Berxwedana gelê Wanê serdema qeyûman têk bir’

Piştî YSK’yê ragihand ku dê mazbata bide Abdullah Zeydan; siyasetmedar, nûnerên STK’yan û hiqûqnas gotin bi berxwedana ku gelê Wanê nîşan da serdema qeyûman têk çûye.

Berxwedana gelê Kurd, dostên wan û raya giştî ya demokratik bi ser ket. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind, mazbataya ku dabû namzetê AKP'î, car din da Abdullah Zeydanê ku ji DEM Partiyê wekî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû hilbijartin.

Harûn Okayê ku ji Hevserokê Wanê yê DBP’yê, Veysî Dîlekçiyê ku Hevserokê Bajarê Wanê yê DEM Partiyê û hiqûqnas Feyzî Çelîk ji ANF’yê re nirxandin kirin û gotinn ku YSK ji şaşiyeke mezin vegeriya.

GELÊ WANÊ DÎROK NIVÎSÎ

Hevserokê DBP'ê yê Wanê Harun Okay: "Vîna gel hemû zehmetiyan derbas kir. Gelê me ev 2 roj in careke din vîna xwe nîşan da. Bila ji bo gelê me bi xêr be. Biryareke derhiqûqî hat rastkirin. Ev vîna gelê me nîşan da ku gelê me tu carî qeyûman qebûl nekiriye û wê qebûl neke jî. Hişmendiya demokrasiye ya gelê me dîsa ji welêt re bû bêhnvedanek.”

EV DESTPÊKEK E

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî: "YSK'ê dawî li bêhiqûqiyê anî, îradeya gelê me bi ser ket, astengiyeke din a li pêşiya gelê me di têkoşîna demokratîk de derket holê. Binêrin, ev bûyer destpêkek e û nîşan dide ku wê li Tirkiyê tu tişt ne wek berê be. Serdema qeyûman qediya û gelê me ev du roj in bi biryariya xwe dawî li vê yekê aniye."

HEKE BERTEK TUNEBÛYA DÊ YSK BIRYARA XWE NEGUHERTA

Parêzer Feyzî Çelîk: “Li gorî hiqûqê ji xwe pêwîste bi vî rengî bûya. Biryara berê bi temamî li dijî qanûnê bû. Mafên sivîl paşve hatin girtin. Heke bertekên gelê Wanê û raya giştî ya demokratîk nebûya ev biryar nedihat dayîn. Biryara YSK'ê teqez e û tu rêyeke wê ya îtîrazê jî tune.”