Ji Abdullah Zeydan peyama spasiyê. Êdî dema xizmetê ye

Piştî berxwedana dîrokî ya du rojan a li Wanê, Abdullah Zeydan ê ji DEM Partiyê mazbataya xwe wergirt û peyameke spasiyê weşand. Abdullah Zeydan got, "Êdî dema xizmetê ye."

Hevşaredariyê Bajarê Mezin ê Wanê yê ji DEM Partiyê Abdullah Zeydan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek spasiyê weşand û got, "Êdî dema xizmetê ye."

Peyama Zeydan bi vî rengî ye: "Beriya her tiştî spasiya gelê me yê bi rûmet dikim ku bi rengekî bi heybet xwedî li îradeya xwe derket, spasiya hevserokên me Yên giştî, Leyla Zana, Ahmet Turk, Başak Demîrtaş, wekîlên me, hemû hevrêyên me yên partiyê, Birêz Demîrtaş û Birêz Mizrakli yên piştevaniyeke mezin dan, di şexsê wan de girtiyên siyasî yên li zindanan, parêzvanên edalet, hiqûq û demokrasiyê, gelên Tirkiyeyê, kedkaren çapemeniyê, lîderên partiyên siyasî yên ji rastgiriyê heta çepgiriyê li kêleka hiqûq û edaletê sekinînin, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û her kesên piştevanî kirin, dikim. Biryara YSK'ê ya li gorî hiqûq û edaletê, îradeya jiyana azad a bi rûmet a bi hevre û hêviya ji bo misogerkirina aştiya civakî, pêkanîna serweriya hiqûqê li her deverê, xurt kir. Êdî dema xizmetê ye. Bila kes gumanan neke, em ê xizmetê ji gelê xwe re bikin."