BI DÎMEN

Berxwedana dîrokî tê pîrozkirin

Piştî biryara YSK’yê ya îadekirina mazbataya Abdullah Zeydan, li Wanê bi beşdariya 100 hezaran pîrozbahiyên berxwedanê dest pê kir.

Berxwedana dîrokî ya gelê wanê

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind, mazbataya ku dabû namzetê AKP'î, car din da Abdûllah Zeydanê ku ji DEM Partiyê wekî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû hilbiajrtin. Piştî biryara YSK’ê pîrozbahiyên berxwedana gel dest pê kir.

Bi deh hezaran kes li ber avahiya DEM Partiyê ya Wanê li hev civiyan û berxwedana xwe pîroz kirin. Girseya gel li gelek cihan meşiya û dirûşmên "Bijî Berxwedana Zapê" û "Bijî Berxwedana Wanê" berz kirin. Girseya ku qad tijî dike wê di saetên pêş de ber bi kolana Cûmhûriyetê ve bimeşe. Tê payîn ku Zeydan li vir axaftinekê bike.

HERİKÎNA DEH HEZARAN DIDOME

Bi deh hezaran kes ji çar aliyê bajêr li ber avahiya bajêr a DEM Partiyê kom bûn. Hejmara kesên ku li ber avahiya bajêr bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana Wanê" daketin kolanan gihişt 100 hezaran. Li ser vê yekê partiyê biryar da ku bi otobusa hilbijartinê biçe Kolana Cumhuriyetê. Dema ku bi deh hezaran kes ber bi navenda bajêr ve diçin, dê bi hatina otobusê re axaftin dest pê bikin.