AKP'yî yê li Depê rabû û çû

Hevşaredarên Depê yên DEM Partiyê mazbatayên xwe wergirtin û çûn şaredariyê. Şaredarê AKP'ê bi bêdengî ji nişka ve ji şaredariyê çû.

LI DEP'Ê DEMA DEMÊ YE

Hevşaredarê Depê yê ji DEM Partiyê Cafer Ogûr diyar kir ku li gel wergirtina mazbatayên xwe jî nekarîn belgeyên li şaredariyê îmze bikin.

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi rêjeya ji sedî 36.82'an Şaredariya navçeya Depê ya Xarpêtê bi dest xist. Namzetên hevşaredariyê Songul Duzgun û Cafer Ogûr 2 hezar û 925 deng wergirtin. Di sala 2014'an de qeyûm li şaredariyê hatibû bicihkirin. Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019'an de AKP'ê ji sedî 48.1 ê dengan wergirtibû û li Depê bûbû yekemîn. Hevşaredarê Depê yê DEM Partiyê Cafer Ogûr ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku gel wergirtina mazbatayê jî nekarîne belgeyên li şaredariyê îmze bikin, hiqûqnas wê yên mayî lêkolîn bikin.

Ogûr diyar kir ku piştî mazbata wergirtin û çûn şaredariyê, şaredarê heyî newêrîbû derkeve pêşiya wan û got, "Rabû û ji nişka ve çû. Xwest ku bi karmendên xwe şaredariyê teslîmî me bike. Bêguman me şaredarî wergirt, lê belê me ti carî mohra xwe dananîn binê wan deyn û karesata ku ji me re hiştine. Piştî ku me her tişt eşkere kir em ê îmze bikin. Li aliyê din eger gelê me di vê pêvajoyê de xwedî li mafên xwe dernekeve wê bi qeyûmekî nû bixwazin êrîş bikin. Divê gelê me timî hişyar be."