'Kes nikare pêşî li îradeya vî gelî bigire'

Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez hewldana desteserkirina şaredariya Wanê nirxand û got, "Kes nikare pêşî li îradeya vî gelî bigire. Me ev yek li Wanê careke din dît."

BERXWEDANA LI WANÊ

Di encama berxwedanê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan mazbataya xwe wergirt. Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez mijar ji ANF'ê re nirxand û got, "Nepêkane ku pêşî li îradeya vî gelî bê kirin. Me ev yek li Wanê careke din dît." Îrmez anî ziman ku di encama li Wanê de bi qasî berxwedana bi wêrekî ya gelê Kurd her wiha para partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî heye ku fêhm kirin, di dem û cihê rast de ji bo demokrasiyê divê berê xwe bidin Kurdistanê.

Îrmez got, "Bi salan e em dibêjin 'Berxwedan jiyan e'. Me li ber xwe dan û em bi ser ketin. Vî gelî bi berxwedaneke heta dawiyê rewa, hebûna xwe nîşan da. Bi ruhekî li ber xwe da. Hemû saziyan, rêxistiniyên siyasî di vê pêvajoyê de ya rast kirin, nerazîbûn nîşan dan. Me ev yek gelek caran anîn ziman, eger tê xwestin ku li vî welatî demokrasî pêk were, divê saziyên siyasî hemû berê xwe bidin Kurdistanê. Ev yek bi vî rengî ye. Li Kurdistanê 2-3 serdemên dawî bûyerên di hilbijartinê de diqewimin li holê ne. Desthilatdariya AKP-MHP'ê di her hilbijartinê de serî li hîleyan, kiryarên antî demokratîk û bêhiqûqî dide. Dewlet hemû saziyên xwe li hemberî me dixe dewrê. Di serî de HDP hemû partiyên siyasî yên ku me di bin sîwana wan de têkoşîn meşandin, bûn hedefa van êrîşan. Em ti carî di nava şert û mercên wekhev û demokratîk de tevlî hilbijartinê nebûn. Tevî van hemûyan jî îradeya gelê me bi ser ket. Ji ber ku nikarin xwe li vê yekê rabigirin, du serdem in qeyûman li şûna hilbijartiyên me datînin. Tişta ku bi qeyûman xwestin bikin nekarîn bi ser bixînin. Zehmet e ku pêşî li îradeya vî gelî bigirin. Dîmenên hilbijêran li medya dîjîtal û çapemeniyê hatin weşandin. Li gelek deveran tevî vê yekê jî nekarîn bi ser bixînin. Xelkê Wanê di vê hilbijartinê de îradeyeke gelekî mezin nîşan da, mîna sîleyekê bersiv da wan. Û hewl dan vê îradeyê bidizin. Gelê me du roj in ji bo xwedîderketina li îradeya xwe li qadan bû. Û bi berxwedanê mafê xwe jinûve qezenç kir.

Bêguman divê ev yek bê gotin, ev yek tecrûbeyeke cidî bû, hewldaneke girîng bû. Bersiva ku li Wanê hate dayin wê pêşî li senaryoyên ku dixwazin li deverên din ên Kurdistanê biceribînin bigire. Careke din dîtin ku îradeya vî gelî têk naçe. Ji b muxalefeta civakî jî girîng bû ku di dema rast de li cihê rast be. Ev yek ji bo her kesî ezmûneke mezin bû û bi serketî bi dawî bû."