BI DÎMEN

Kesên navneteweyî bertek nîşanî derbeya li Wanê dan

Bertek navneteweyî yên li hemberî darbeya desthilata AKP-MHP'ê ya li Wanê didomin.

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nîkolaj Wîllumsen, Serokê Konfederasyona Sendîkayên Skotlandî Mîke Arnott, analîstê xebatên kurewî yê Amerîkî Dr. Thoreau Redcrow, parlamenterê berê yê PE’yê û endamê rûmetê yê PE’yê Jurgen Klute û Yekbûn Alp daxuyanî dan Medya Haberê û darbeya li Wanê şermezar kirin.

 

Nîkolaj Wîllumsen:

"Divê rêz li tercîha demokratîk ên gelên Tirkiyeyê bê girtin. Ev yek ji bo gelê Wanê jî derbasdar e. Me dît ku gelê Wanê namzetê DEM Partiyê weke şaredar hilbijart. Tercîha gelê Wanê divê ji aliyê Erdogan û desthilata wî ve neyê redkirin. Pêwîste em rêzê li tercîhên civakên li Tirkiyeyê bigirin. Tiştên ku niha diqewimin bi ti awayî nayên qebûlkirin. 2 roj piştî hilbijartinan Erdogan dest bi êrîşa li ser hilbijartinên demokratîk ên gelên Tirkiyeyê kir. Ji Parlementoya Ewropayê ez kiryarên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikim û bang li dewleta Tirk dikim ku rêzê li terxîhên gel ên hilbijartinê bigirin.”

'LI TIRKIYEYÊ DEMOKRASÎ TUNE YE'

Mîke Arnott:

"Tişta ku li Wanê li dijî hilbijartiyê DEM Partiyê hat kirin, me di asteke bilind de hêrs kir. Tevî ku namzetê DEM Partiyê bi ser ji sedî 50 deng wergirt û bi ser ket jî, AKP tiştên ku di sala 2019'an kiribû dubare kir. Ev ji bo demokrasiyê cihê şermê ye. Nêzîkatiya ku demokrasiyê ji holê radike. Em tiştên ku qewimîn şermezar dikin, em hilbijartinên ku hatin kirin demokratîk nabînin. Tiştên piştî serketina HDP'ê ya sala 2019'an kirin. Aligirên xwe yên AKP'ê li şûna kesên ku bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin bi cih dikin. Ev cihê şermê ye. Konseya Ewropayê daxuyand ku ew hilbijartinên li Tirkiyeyê demokratîk dibînin.Lê belê wekî ku me li Wanê dît ku li Tirkiyeyê demokrasî tune ye. Ji ber ku yên hatine hilbijartin Kurd in, kesên ji AKP'êli şûna wan peywirdar dikin, ev yek cihê şermê ye. en li bendê ne ku Parlamentoya Ewropayê ya ku îdia dike ewnnavenda demokrasiyê ye van tiştan şermezarkirina bike.”

‘HER KU KÛRD BI SER DIKEVE DEWLETA TIRK ÊRÎŞ DIKE’

Dr. Thoreau Redcrow:

“Tiştên ku li Tirkiyeyê diqewimin ji bo cîhana rojava gelekî girîng e. Kesên ku dîroka Tirkiyeyê dizanin ji bîr dikin ku her ku partiyeke Kurd di hilbijartinan de bi ser dikeve, dewleta Tirk hewl dide ku bi girtina wê partiyê yan jî bi derqanûnîkirina wê, serketina veşêre. Daxuyaniya Konseya Ewropayê û di medyaya rojava de me dît ku demokrasiya Tirkiyeyê saxlem e. Bi rastî jî me eşkere dît ku rayedarên Tirk bi daxuyaniyên xwe hewl didin cîhanê bixapînin. Me dît ku daxuyaniyên Erdogan, "Me xeletiyan kiriye û em ê sererast bikin." Du roj piştî vû daxuyaniyê dît ku namzetê Wanê yê ku di hilbijartinê de ji sedî 50 zêdetir dengan wergirtiye, namzetê AKP’ê xistin şûna wî. Hewl didin pêşî li DEM Partiyê bigirin û srketina wê ya hilbijartinê bêbandor bikin. Ger ev yek pêk were wê li hemû herêma Kurdistanê pêk bînin. Ger civak têra xwe bertek nîşan nede û bertekên ji Rojava û Tirkiyeyê zêde nebin, wê li bajarên din jî vê yekê bidomînin. Di salên berê de jî ev kirin, divê em pêşî li vê yekê bigirin. Ev yek nayê qebûlkirin û divê her kes bertekên xwe eşkere bike. Erdogan her tim hewl dide beriya berteka raya giştî bikeve nava tevgerê û daxwazên xwe ferz bike, divê em pêşî li vê bigirin."

'DIVÊ DEWLETA TIRK PAŞDE GAV BAVÊJE'

Jurgen Klute:

"Ez serketina mûxalefeta Tirkiyeyê pîroz dikim. Di hilbijartinên xwcihî de AKP û partiya Erdogan têk çûn, ev destkeftiyek mezin e. AKP'ê piştre bi rengekî ku nayê qebûlkirin êrîşî herêmên Kurdan kir. Bi taybet li Wanê. Abdullah Zeydan ji sedî 50 zêdetir dengan stendiye, lê belê namzetiya betal kirin. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin. Beriya hilbijartinan serlêdana wî hat qebûlkirin û pesend kirin. Tiştên ku piştî serkeftina wî hatin kirin, em qebûl nakin. Ji ber ku serketî bû û nûnertiya hilbijêrên Kurd dike ev tişt bi serê wî de anîn. Serkeftina wî ji ya AKP'ê mezintir e. Divê dewleta Tirk demildest dawî li pêkanînên li Wanê bîne. Ev tiştên dikin zirarê dide demokrasiyê û pirsgirêkên herûmû kêrtir dike. Divê dewleta Tirk peywira daye qeyûm bi paşde bikşîne û rêzê li encamên hilbijartinê bigire. Demokrasî tê wateya rêzgirtina ji encamên hilbijartinê. Weke parlementerekî berê yê Ewropayê banga min ji dewleta Tirk û AKP’ê re ew e ku rêz li vîna gelê Wanê bigirin û dest ji vê êrîşê berdin.”

'EM DEM PARTIYÊ PÎROZ DIKIN'

Yekbûn Alp:

"Berî her tiştî ez serkeftina dîrokî ya partiya xwişk û birayê me DEM Partiyê pîroz dikim. Tevî hemû zextên dewleta Tirk li herêmên Kurdan serketineke mezin bi dest xistin. Piştî vê serkeftinê zextên Erdogan ên li ser gelê Kurd zêde bûn. Gelê Kurdji AKP û MHP'ê re got na û bi eşkereyî gotin em vê hikûmetê naxwazin. Li herêma Wanê namzetê DEM Partiyê piraniya dengan bi dest xist, lê mazbata dane namzetê AKP’ê. Ev yek derbeyeke ji demokrasiya Tirkiyeê re û desteserkirina vîna gel e. Ez weke nûnerekî navneteweyî vê rewşê şermezar dikim. Partiya min dê li gel DEM Partiyê bisekine. Gelê Wanê jî ji bo mafên xwe têdikoşe. Partiya me dê di demek kin de pirsnûmeyê pêşkêşî Parlementoya Swîsreyê bike. Weke ku hûn jî dizanin Wezîrê Derve yê Swîsreyê parast ku Tirkiye welatekî demokratîk e. Lê piştî van bûyeran em ê bibînin ka dê bersiva me çi be. Ev bûyer derveyî demokrasiyê ye.