Li Xezeyê hejmara miriyan hindik ma bigihêje 35 hezar kesan

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Pêncşemê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê de hejmara miriyan gihîştiye 34 hezar û 904 kesan.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di nava 24 saetên dawî de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane. Wezareta Tenduristiyê, da xuyakirin ku di şerê 7 mehan de herî kêm 34 hezar û 904 kesan jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku di heman demê de 78 hezar û 514 kes jî birîndar bûne.

Şerîda Xezeyê ev 7 meh in bênavber piştî êrîşa Tevgera Hamasê ya Filîstînê ku di 7’ê Cotmehê de pêk hat û di encamê de hezar û 400 kes ku piraniya wan sivîl in hatin kuştin, tê bombekirin. 

Îsraîl îdîa dike ku ew dixwaze Hamas a ji sala 2007'an û vir ve li Xezeyê desthilatdar e 'tine bike'. Tevî nerazîbûnên navneteweyî jî Îsraîl êrîşên xwe didomîne. 

Di vê navberê de, danûstandinên neyekser ên li Qahîreyê di navbera Îsraîl û Hamasê de bi rêya welatên navbeynkar (Qatar, Misir û DYE’yê) roja Çarşemê ji nû ve dest pê kirin û hewl dan ku li ser agirbestê li hev bikin û pêşî li êrîşa li dijî Refahê bigirin. Navenda çapemeniyê ya nêzî îstîxbarata Misrê Al-Qahera News ragihand ku di hin xalan de 'lihevkirin' çêbûne.