Li ser îtîraza AKP’ê wê li Serêkaniyê dengên hatibûn betalkirin jinûve bên hejmartin

Li Serêkaniya ku DEM Partiyê bi ferqa hezar û 386 dengan qezenc kir, li ser îtîraza AKP’ê biryar hate dayîn ku dengên ji 18 sindoqan derketibûn û hatibûn betalkirin jinûve bên hejmartin.

Di hilbijartinên xwecihî yên li Rihayê de DEM Partiyê 7 şaredarî bi dest xistibûn. AKP’ê li dijî encamên 6 şaredariyan îtîraz kir. Yek ji van navçeyan jî Serêkanî ye. Li vir DEM Partiyê 18 hezar û 926 deng û AKP’ê jî 17 hezar û 540 deng wergirtibûn.

AKP’ê ji bo sindoqên bi hejmara 1023, 1084, 1812 yên li Dibistana Seretayî ya Alparslan a navendê, li sindoqên bi hejmara 1079, 1080, 1081, 1082 yên li gundê Lebbana, sindoqên bi hejmara 1151,1153 yên li gundê Axirtoş û sindoqa bi hejmara 1041 a li gundê Aydin îtîrazî Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê kir û xwest deng jinûve bên hejmartin.

Di sindoqên behsa wan tê kirin de 220 deng hatibûn betalkirin.

Li ser îtîraza ku AKP’ê kiriye, Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê biryar da ku deng jinûve bên hejmartin.

Li ser vê biryara hate wergirtin namzetên DEM Partiyê Rahşan Yazar û Ûgûr Kahraman bi partiyiyan re hatin ber edliyeya ku deng lê tên hejmartin.

Rahşan Yazar a li vir daxuyanî da AKP sûcdar kir ku hewl dide bi îtîrazan pêvajoyê dirêj bike. Yazar wiha domand: “Lê hinceteke wan a mafdar nîne. Em bi gelê xwe re li ber Lijneya Hilbijartina Navçeyê ne. Me bi dest xist heta ku em mazbataya xwe bigirin em li vir in. Em dest ji ya xwe bernadin, em li vir in.” Bendemayîna li ber avahiya edliyeyê ya partiyiyan didome.

LI CURNÊ REŞ ‘NOBETA DEMOKRASIYÊ’

Li aliyê din AKP’ê li navçeyên Xelfetî, Hewag, Pirsûs, Curnê Reş û Wêranşarê jî îtîraz kiribû û Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ev îtîraz qebûl nekiribûn. Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr ku AKP’ê îtîrazî wê kiribû, biryar da ku li Curnê Reş hilbijartin bên nûkirin. Lê DEM Partiyê îtîrazî vê jî kir. Partiyiyên li benda îtîrazê dimînin, li ber Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê “Nobeta Demokrasiyê” dan destpêkirin.

MAZBATAYÊN XWE WERGIRTIN

Li yekane navçeya ku AKP’ê îtîraz nekir Bêrecûkê jî Mehmet Begît û Berîvan Îlkaya Manas ên ji DEM Partiyê weke hevşaredar hatin hilbijartin mazbatayên xwe wergirtin.