HILBIJARTINÊN XWECIHÎ 2024
Hemû Nûçe
-
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê wê li Wanê bicive
Piştî ku mafê hilbijartinê yê Abdullah Zeydan jê hate standin, DEM Partiyê biryar da ku civîna Desteya Rêveberiya Navendî li Wanê pêk bîne. -
Gelê Curnê Reş li dijî hewldana desteserkirinê ber bi edliyeyê ve meşiyan
Li navçeya Curnê Reş bi hezaran kes ji bo nerazîbûna xwe li dijî hewldana desteserkirina îradeyê nîşan bidin, ber bi edliyeyê ve meşiyan. -
AKP'ê li Wanê darbe kir: Mazbata dan namzetê AKP'ê
OHD'ê ragihand ku Desteya Hilbijartinê ya Bajêr a Wanê mazbata radestî namzetê AKP'ê Abdulahat Arvas kiriye ku di hilbijartinê de têk çûbû. -
Gelê Wanê ji bo îradeya xwe rabûye ser piyan
Gelê Wanê desteserkirina mafê hilbijartinê yê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan şermezar dike. -
Hiqûqnas: YSK neçar e ku mezbatayê bide
Hiqûqnasan wiha gotin: “Armanca wan ew ku şaredariyê ji DEM Partiyê bistînin û bidin partiya duyemîn yanî AKP’ê. Derbasdariyeke hiqûqî ya vê biryarê nîne. YSK neçar e ku mezbatayê bide.” -
Omer Ocalan: Em bang li gelê xwe yê Hîlwanê dikin, em vîna xwe biparêzin
Li Curnê Reşê ku DEM Partî bi ser ketibû, AKP’ê ji bo 15 sindoqan îtîraz kir. Parlementer Omer Ocalan got, “Em bang li hemû gelê xwe yê Hîlwanê û navçeyên dora wê dikin.” -
Xelkê Wanê wê desteserkirina îradeyê şermezar bike
DEM Partî wê desteserkirina mafê hilbijartinê yê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, şermezar bike. DEM Partiyê bang li xelkê Wanê kir ku saet di 14:00 de li ber avahiya bajêr li hev bicive. -
Li Bedlîsê gel li dijî hîleyên hilbijartinê rabû, polîsan êrîşî gel kir
Hilbijêrên DEM Partiyê ji bo 2 hezar û 18 dengên hatine betalkirin ji nû ve werin jimartin, dixwazin îtîrazê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar bikin. Lê hilbijêr ji hêla polîsan ve tên astengkirin. -
Nerazîbûna li hemberî hewldana desteserkirina Şaredariya Wanê zêde dibe
Hewldana ji bo desteserkirina mafê qedexekirî yê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ji aliyê gelek derdoran ve hate şermezarkirin. -
Hejmara şaredariyên DEM Partiyê bû 78
DEM Partiyê sê şaredariyên din ên bajarokan bi dest xist û bi vî rengî hejmara şaredariyên xwe kir 78. -
DEM Partî: Mafên Abdullah Zeydan hate desteserkirin
DEM Partiyê li Wanê ku serkeftineke mezin bi dest xist, diyar kir ku desthilatdarî serî li kiryarên nû yê neqanûnî dide û bang li desthilatdariyê kir ku rêzê li îradeya gelê Wanê bigire. -
Dêrika Çiyayê Mazî serketina DEM Partiyê pîroz kir
Xelkê Dêrikê li ber buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya navçeyê li hev kom bû û serketina li dijî rejîma yekperest bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" pîroz kir. -
Gelê Mûşê serketina dîrokî diyarî Rêberê Gelê Kurd kir
Hevşaredarên Mûşê ji bo bi hezaran şêniyên herêmê ku serketina xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin: “Em ê vî bajarî ji bo pêşerojê ava bikin.” -
Cizîrê serketina xwe diyarî berxwedana gelê Şirnexê kirin
Rêxistina DEM Partî ya navçeya Cizîrê serketina partiyê ya di hilbijartinan de pîroz kir serketina xwe diyarî berxwedana gelê Şirnexê ya li dijî talanê kirin. -
Peyama Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê: DEM dema Mêrdînê ye!
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, spasiya gelê Mêrdînê yên ku rê nedan polîtîkayên qeyûman û kesên ku di hilbijartinê de ked dane, kirin û gotin: "Ji niha û pê ve em ê hemû dem û hewldana xwe ji bo xizmeta gel xerc bikin." -
Hevşaredara Kerboranê Asya Gezer: Ev serketin a me hemûyan e
Hevşaredara Kerboranê Asya Gezer anî ziman ku Kerboran yek ji keleha berxwedanê ye, welatê şehîdan e û got: “Ev der cihê Armanc, Garîbe, Hesenan e.” -
DEM Partî li dijî encamên li Hezroyê îtîraz kir
DEM Partiyê li Hezroyê der barê 904 dengên derbas nebûye û 793 dengên ‘veguhestî’ de serlêdana îtîrazê kir. -
Serketina DEM'ê li gelek bajaran hat pîrozkirin
Gelê Agirî, Sêrt, Mûş û Erziromê serketina hilbijartinê ya DEM Partiyê pîroz kirin. -
Li Milazgîrê desteserkirina 8 salan bi dawî bû: Li hemberî kesên me nas nakin em bi ser ketin
Piştî desteserkirina 8 salan a li Milazgîra Mûşê, serketina DEM Partiyê li navçeyê bi çalakiyan tê pîrozkirin. -
Li Qersê desteserkirina eşkere: Leşker û polîsên biribûn Qersê ji bajêr derketin
AKP-MHP'ê ji bo encamên hilbijartinên xwecihî li gorî berjewendiya xwe biguherînin polîs û leşker veguheztibûn Qersê, bi otobusan paşve kişandin. -
Vîllûmsen: Gelê Kurd tevî her cure êrîşê bi ser ket
Ji Partiya Yekîtiya Danîmarka ya Sor-Kesk (Enhedslîsten) Nîkolaj Vîllûmsen wiha got: “DEM Partî tevî zext û kuştinan jî li herêmên Kurdan bi ser ket û di çapa neteweyî de cihê xwe xurt kir.” -
Xelkê Qilebanê hîleyên hilbijartinê yên AKP’ê şermezar kirin
Li navçeya Qileban a Şirnexê hîleyên hilbijartinê yên ji aliyê AKP’ê ve hatine kirin, bi meşeke girseyî hate protestokirin. -
Li Wanê bi deh hezaran kesî serketina dîrokî pîroz kirin
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê serketineke dîrokî bi dest xist, tevî Şaredariya Bajarê Mezin 13 şaredariyên navçeyan bi dest xist. Bi deh hezaran kesî ev serketina DEM Partiyê pîroz kirin. -
Bakirhan: Encam çi dibe bila bibe Qers, Bedlîs, Şirnex ên me ne!
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan têkildarî encamên hilbijartinê yên Şirnex, Bedlîs û Qersê daxuyaniyek da, bal kişand ser hîleyan û bang kir ku hurmet ji îradeya gel re bê nîşandan. -
YSK’ê encamên ne teqez eşkere kir
Serokê YSK’ê Ahmet Yener diyar kir ku rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 78,11 e û encamên ne teqez eşkere kir.