HILBIJARTINÊN XWECIHÎ 2024
Hemû Nûçe
-
Hatîmogûllari: Li Şirnexê di roja hilbijartinê de ji du welatiyan yek leşker û polîs bûn
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Şirnexê axivî û got: “Li Şirnexê di roja hilbijartinê de ji du welatiyan yek leşker û polîs bûn. Desthilata AKP’ê vîna gelê Şirnexê bi leşker û polîsên xwe xesp kir.” -
TJA'yê hilbijartin nirxand: Jin bi ser ketin
Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê daxuyaniyek da û got, "Jinên ku ji hevserokatiyê û biryardariya hevjiyana azad tawîz nedan, bi ser ketin." -
YSK’ê biryara li Kerboranê jinûve hejmartina dengan betal kir
Li Kerboranê li ser îtîraza AKP’ê biryar hatibû dayîn ku deng jinûve bên hejmartin. Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ev biryar betal kir. -
7 AKP'yiyên pûsûlayên dengan şewitandin hatin girtin
Ji xizmên namzetê AKP'ê Aslan Alî Bayik 7 kesên ku li navçeya Curnê Reş pûsûlayên dengan şewitandin, hatin girtin. -
Bakirhan: Li Wanê berxwedan û piştevanî bi ser ket
Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku li Wanê berxwedan û piştevanî bi ser ket û got, "Ji bo xwedîderketina li berxwedana Wanê tifaqa 86 milyon mirovî hebû. Bi heman berxwedan û piştevaniyê em ê nehêlin bajarên bin bêne desteserkirin." -
Mehmet Karayilan: Xelkê Xelfetiyê wê rê nede zihniyeta nîjadperest
Li navçeya Riha ya Xelfetiyê, li ser îtîraza AKP’ê biryar hat dayîn hilbijartin jinûve were kirin. Hevserokê Xelfetiyê yê DEM Partiyê Mehmet Karayilan anî ziman ku dewletê bi hemû derfetên xwe bêûsilî kir. -
Jin û ciwan wê Tetwanê bi hev re birêve bibin
Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol anî ziman ku wê bajarê xwe bi jin û ciwanan bi rê ve bibin û tawîzê ji şaredariya civakî nedin. -
'Em ê Curnê Reş careke din qezenç bikin'
Li Curnê Reş biryar hate dayin ku hilbijartin jinûve bê kirin. Hevşaredar Garîb Yeşîl diyar kir ku wê dest jê bernedin û bi berxwedanê Curnê Reş jinûve bi dest bixin. -
DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
Li Xelfetî ku biryara nûkirina hilbijartinan hatibû dayîn, DEM Partiyê îtîraz li YSK’ê kir. -
Li Kerboranê deng wê ji nû ve bên hejmartin
Lijneya Hilbijartinê ya Mêrdînê li ser îtîraza AKP'ê biryar da ku dengên navçeya Kerboranê ya ku DEM Partî bi ser ketibû ji nû ve bê hejmartin. -
YSK'ê 5 îtîrazên DEM Partiyê red kir
YSK'ê îtîrazên DEM Partiyê yên ji bo Qers, Çelê, Hawêl, Dihê û Curnê Reş red kir. -
‘Em ê nehêlin hûn îradeya me tune bihesibînin’
Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkun Parlak di çalakiya protestokirinê ya li ber Edliyeya Xelfetiyê de axivî û got, "Heta ku em encam negirin em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê nehêlin hûn vê îradeyê bi hêsanî tune bihesibînin." -
YSK: Biryara dadgehê ya der barê Zeydan de ji nirxên hiqûqî bêpar e
YSK'ê di hinceta biryara xwe ya der barê Abdullah Zeydan de diyar kir ku biryara dadgehê “ji nirxên hiqûqî bêpar e û betal e" û mafê hilbijartinê yê Zeydan heye. -
DEM Partî li benda encama serlêdana Bedlîsê ye: Em şopdarê wê ne
Endamên DEM Partiyê li Bedlîsê li benda encama serlêdana YSK'ê ya ji bo jinûve jimartina dengên nederbasdar in ku ferqa dengan 198 e. -
Meşa Curnê Reş: AKP diz e!
Gelê Curnê Reşê li dijî betalkirina hilbijartinê bi dirûşma “AKP diz e, YSK şirîkê wê ye” meşiyan. -
Hevşaredarên Wanê dest bi wezîfeyê kirin: Gelê ku li ber xwe da bi ser ket
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan wezîfe dewr girtin. Hevşaredaran, destnîşan kirin ku gelê ku li ber xwe da bi ser ket. -
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Gel li Curnê Reş û Xelfetiyê mazbata daye
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar nerazîbûn nîşanî biryara jinûve lidarxistina hilbijartinên li Curnê Reş û Xelfetiyê da û got: “Gel malbata daye.” -
Bêje tu ji ku yî?
Erdogan niha dibîne ku di hilbijartinan de têk çûye û hevpeymanên wî jî li başûrê Kurdistanê ji tirsa têkçûnê hilbijartinê boykot dikin. Ji bo ku xwe û hevkarên xwe ji vê qeyranê rizgar bike, ji bilî şer tu rêyeke din ji bo xwe nabîne. -
Hevşaredaran kûlûbeya ‘ewlehiyê’ rakirin
Hevşaredarên Hezexê kûlûbeta ‘ewlehiyê’ ya li cihê ketina şaredariyê hatî bicihkirin, rakirin. -
Encamên hilbijartinê yên li Hatayê birin YSK’ê
CHP’ê îtîraz kir ku mazbata hat dayîna namzetê AKP’ê û ev biryar gihand YSK’ê. -
Îrmez: Ti rewabûna hîlekaran li Şirnexê nîne
Parlementerê Şirnexê Îrmez, diyar kir ku gelê Şirnexê bi awayekî zelal îradeya xwe nîşan daye û mezbateyê daye namzetên DEM Partiyê û got, “Ti rewabûna yên ku bi hîleyan li wan kursiyan rûniştine, nîne." -
DEM Partî ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
DEM Partî ji bo betalkirin û nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da. -
DEM Partî ji bo Curnê Reş serî li YSK’ê da
DEM Partî ya ku di hilbijartina navçeya Curnê Reş de bûbû yekemîn, ji bo biryara nûkirina hilbijartinê were betalkirin serî YSK’ê da. -
Hilbijartinên Bedlîsê birin YSK'ê: AKP di hilbijartinê de bi ser neket
Piştî serlêdana DEM Partiyê ya ji bo jinûve hejmartina dengan a li navenda Bedlisê hat redkirin serî li YSK’ê da û got, “AKP di hilbijartinê de bi ser neket.” -
DEM Partiyê deriyê odeya şaredar jê kir
Hevşaredarên Akdenîzê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz piştî wergirtina mazbataya xwe hatin şaredariyê û deriyê odeya şaredar jê kirin.