Serketina gel li Amedê bi coş hat pîrozkirin

Gelê Amedê yên ji bo pîrozbahiya serketina xwe ya di hilbijartinên xwecihî de li ber avahiya DEM Partiyê ya Amedê hatin ba hev, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PArtî) ya Amedê, li ber avahiya bajêr serketina di hilbijartinên 31'ê Adarê de pîroz kir. Di pîrozbahiyê de tim dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana zindanan" hat berzkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, Hevberdevkê Kongreya Demokratîka  Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

‘EM Ê BI HEV RE BAJÊR BI RÊ VE BIBIN’

Ewilî Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak axivî. Bûcak anî ziman ku gel ji Amedê heta Êlihê, ji Êlihê heta Colemêrgê, ji Colemêrgê heta Wanê bersiv daye vê desthilatê û got: "Desthilata ku nizane wê li hemberî vî gelê bi rûmet û vîna wî çi bike, li Wanê, li Şirnexê dest bi lîstikan kir, lê vîna vî gelê bi rûmet rê nedayê. Gel, li Wanê ji darbeyê re got 'na'."

Bûcakê got: "Em ê bi hev re vî bajarî bi rê ve bibin."

‘EM Ê XWEDÎ LI BAJARÊN XWE DERKEVIN’

Paşê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn axivî. Hatûn jî bajarên li dijî qeyûman li ber xwe didin silav kir û got: "Em di 31'ê Adarê de bi ser ketin. Xwestin li Wanê careke din vîna gel xesp bikin û qeyûm tayin bikin, lê gelê Wanê li ber xwe da. Hezar silav li wan. Me soz daye, em ê bi hev re bajarên xwe ji nû ve ava bikin."

Parlementerê Amedê Serhat Eren jî got: "Em duh li Wanê bûn. Me silavên wan ên berxwedanê anîn. Ez ji Amedê heya Enqereyê, ji Şirnexê heya Îzmîrê berxwedana wan silav dikim." Eren, jêwergiranên ji pirtûk Abdullah Ocalan pêkhatî xwendin.

 Eren di çarçoveya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nivîseke li ser "jinûvevejînê" xwend. Dema nivîs hat xwendin girseyê tim dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir.