Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin, berxwedana xelkê Wanê silav kirin

Hevşaredarên DEM Partiyê yên gelek bajar û navçeyan mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredaran berxwedana xelkê Wanê silav kir.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31’ê Adarê de gelek şaredariyên bajarên mezin, bajar, navçe û bajarokan bi dest xist. Hevşaredaran dest bi wergirtina mazbatayên xwe kirin. Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin li dijî kompasa li dijî îradeya xelkê Wanê meş li dar xistin û daxuyanî dan.

COLEMÊRG

Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî û endamên meclîsê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar mazbatayên xwe standin. Hevşaredar, çûn serdana malbatên ku zarokên wan di çalakiyên protestoyî yên duh de hatine binçavkirin. Hevşaredar, endamên meclîsê û partiyî piştre jî bi armanca piştevaniya bi xelkê Wanê re bi dirûşmên “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” û “Abdullah Zeydan vîna me ye” meş li dar xistin. Girse, heta pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Geverê meşiya û li vir daxuyanî da.

Hevşaredaran piştî wergirtina mazbatayên xwe daxuyanî dan. Hevşaredar Şadiye Kirmizgul wiha got: “Hêvîdarim bibe wesîleya aştî û demokrasiyê û bibe wesîleya xizmeteke baş a ji gelê me re. Em spasiya tevahiya ciwan û xelkê Geverê dikin. Li gelê me pîroz be.”

Hevşaredar Şoreş Dîrî jî bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan da û ev tişt anî ziman: “Li Wanê di şexsê Zeydan de li dijî tevahiya gelê dengê xwe daye derqanûntî tê kirin. Birêz Abdullah Zeydan bi rêjeyeke bilind hat hilbijartin. Em bang li YSK’ê û dadgeran dikin ku ji vê xeletiya xwe vegerin. Demildest mazbataya birêz Zeydan bidin.”

ŞIRNEX

Namzetên hevşaredariyê yên Hezexê Turkan Kayir û Dogan Adibellî jî ji bo wergirtina mazbatayên xwe çûn Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê. Piştî wergirtina mazbatayan jî bi beşdariya Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û bi sedan kesan, bi dirûşmên "Abdullah Zeydan vîna me ye” û “Bijî berxwedana Wanê” heta Şaredariya Hezexê meşiyan. Hevşaredaran li vir spasiya gel kir û berxwedan xelkê Wanê silav kirin.

Parlamenter Newroz Uysal Aslan li vir axivî û wiha got: “Heta ku vîna gelê me tê naskirin dê têkoşîna me bidome. Kesên ku dibêjin,’em bi vîna gel hatine vê derê’ û her tiştekî li xwe heq dibînin, em vê derê dibêjin Wan vîna gel e, Şirnex vîna gel e, Qileban vîna gel e. Hûn bi dek û dolaban bi destê YSK’ê vîna gel nikarin bin pê bikin. Gelê Kurd li ser pêyan e. Şirnex Stenbol e, Stenbol Wan e. Dilê Kurdistanê li Wanê ye. Heta ku ev dewlet û ev aqilê dizîker û talanker gav paşve neavêje û heta ku îradeya Wanê nas neke ne Şirnex, ne Amed, ne Stenbol û ne Mersînê vîna gel nayê naskirin. Li Şirnexê û Wanê gelê me yê ku bi ser piyane em bi wan re ne. Heta ku biryara Wanê neyê betalkirin tu deskeftiyên me ne di bin garantiyê de ne. Heta ku vîna gel neyê naskirin em ê nesekînin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Wanê” bi dawî bû. Girse piştre çû serdana hevşaredarên bajarokê Deştadarê.

SILOPIYA

Hevşaredarên Silopiyayê Jiyan Ormanli û Nadîr Rênas Onuk jî ji bo wergirtina mazbatayên xwe tevî girseyê ji pêşiya avahiya partiyê heta edliyeyê meş li dar xistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî Berxedana Wanê", “Dizek Yarka” û “Gelê Kurd xwedî li îradeya xwe derkeve” hatin berzkirin.  Piştî wergirtina mazbatayê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Abdullah Gungen bal kişand ser xespkirina vîna xelkê Wanê û wiha got: “Di vê pêvajoyê de partiya me bi ser ket. Lê AKP’ê ev rastî ranegirt. Li çar aliyên Kurdistanê berxwedan heye. Armanca me ne tenê qezenckirina şaredariyan e. Armanca me nasnameya me ye. Tevî hemû derhiqûqtiyan jî dê gelê Kurd serî netewîne.” Girse piştre jî heta ber avahiya partiyê meş li dar xist.

DEŞTADARÊ

Hevşaredarên Bajarokê Deştadarê ya Hezexê Halîme Îlçîn û Fahrettîn Akman jî mazbatayên xwe wergirtin û spasiya gel kirin.

GUNDIKÊ MELÊ

Hevşaredarên Bajarokê Gundikê Melê Gulsum Atak û Ferît Artuç jî mazgbatayên xwe wergirtin. Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes jî bi hevşaredaran re çûn edliyeyê.

XARPÊT

Yek ji navçeyên ku DEM Partî bi ser ketî jî navçeya Depê ya Xarpêtê bû. Dep, bajarê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan e. Hevşaredarên Depê Songul Duzgun û Cafer Ogur mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredar hatin pêşiya şaredariyê û gelê li benda wan disekinî silav kir. Duzgun li vir wiha got: “Em xwedî li îradeya we derketin û hûn jî xwedî li îradeya xwe derketin. Me îro dîsa şaredariya xwe girt. Ev şaredarî ne ya kesên keda vî gelî dixwin, ya me ye. Em îro li vir in lê belê mafên rêhevalên me yên Wanê û Curnê reş tên xespkirin. Me mazbatayên xwe bi rûmeta xwe wergirtin û ev bajar ê me ye. Em careke din kesên îradeya gel xesp kirine şermezar dikin. Tu kes nikare îradeya gel xesp bike.” Hevşaredar Cafer Ogur jî got ku gelê Depê bi berxwedana xwe bi ser ket û ev tişt anî ziman: “Em hevşaredarên tevahiya Depê ne. Em heta dawiyê bi gelê xwe yê Wan û Curnê Reş re ne. Em ê li dijî van heramzadeyan bi gelê xwe re bin.” Piştî axaftinan jî hevşaredar tevî gel derbasî şaredariyê bûn.

QERS

Hevşaredarên Dîgor a Qersê Ulker Ozatîk û Adem Oyman jî mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredar û endamên meclisê ji bo wergirtina mazbatayan hatin Edliyeya Dîgorê. Dema hevşaredaran mazbatayên xwe digirtin, spasiya Rêxistina DEM Partiyê ya Dîgorê kirin. Piştî karûbarê li edliyeyê jî mazbatayên hevşaredaran hatin dayîn.