BI DÎMEN

Wan bi berxwedanê bi ser ket: Em ê kolanên xwe ji çopê qeyûman paqij bikin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ji qada berxwedanê ya Wanê axivî û got: "Êdî kes nikare vîna we xesp bike." Neslîhan Şedal jî got: "Me pir li ber xwe da û em ê sibê kuçeyên xwe ji çopên qeyûm paqij bikin."

BERXWEDANA LI WANÊ BI SER KET

Piştî biryara Lijneya Bilind Hilbijartinê (YSK) ya ji bo dayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Abdullah Zeydan, sed hezar kes ji bo pîrozkirina serketinê herikîn Parka Apê Mûsa ya Wanê. Bi sed hezaran kesên li vir kom bûn bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.

NESLÎHAN ŞEDAL: JI NIHA Û PÊ DE TU KES NIKARE VÎNA WE XESTP BIKE

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal li vir axivî û got: Ev serketin a we ye, ev berxwedan a we ye, pîroz be. Piştî vê berxwedanê kî dikare hewl bide vîna we xesp bike. Ji niha û pê ve dê tu kes nikaribe vîna we xesp bike. Ev berxwedan tenê ne bidestxistina şaredariyê ye. Ev berxwedan, diyareke mezin e ji bo hevalên me yên girtî. Ev serketin di heman demê de serketina wan e jî. Ên bi serketin ciwan bûn û a bi ser ket ruhê 'Jin, Jiyan, Azadî' bû. Me pir li ber xwe da û em ê sibê kuçeyên xwe ji çopên qeyûm paqij bikin." 

ZEYDAN: GELÊ KURD RÛMETA XWE NÎŞANÎ HER KEÊ DA

Paşê Hevşaredar Abdûllah Zeydan axivî. Zeydan jî got: "Warê rûmet, şeref û heysiyetê ye Wan. Axirê em zarokên vî gelê birûmet in. Me ji leşxurên ku çav berdabûn vîna vî gelî re tiştek gotibû. Gelê me, rûmeta xwe li hemberî hemû êrîşan parast. Me gotibû, em nehêlin leşxur rûmeta xwe bixwin. We tevî hemû zextan û tevî hemû sozên pereyan jî nîşan da ku gelê kurd xwedî rûmeteke çawa ye. We bidestxistina her 14 şaredariyan peyamek da cîhanê." 

TULAY HATÎMOGULLARI:  BERXWEDANÊ BI SER KET

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ên beşdarî pîrozbahiyê bûn jî axaftin kirin.

Tulay Hatîmogullari, got: “Em weke hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, di hesreta welatekî demokratîk de ne. Ji bo têkoşîna we em çiqasî spasiya we bikin kême. Îro YSK’ê ji xeletiyek pir girîng vegeriya. Vîna gelê Wanê yê hêja wan ji vê xeletiyê vegerand. Her hebin.  Em îro jî mîna qadên Newrozê bi vê girseyê li vê qadê ne, di jiyana hevpar a li Tirkiyeyê de israr dikin, di mafên Kurdan de israr dikin û peyama xwe careke din didin hemû gelên Tirkiyeyê. Hûn bi berxwedanê bi ser ketin.”

BAKIRHAN: TÊKOŞÎNA BEKÎR KAYAYAN VALA NEÇÛ

Piştre Bakirhan jî axivî û wiha got: "Em îro ji Wanê hezaran silav ji Bekir Kaya û Nazmî Gur ên ku du girtîgehê de ne van rojan afirandine dişînin û ji bo keda dane spasiyên xwe ji wan re dişînin. We careke din îspat kir ku têkoşîna wan vala derneketiye û vîna gelê Wanê bi we re ye, em birûmet û kêfxweş in. Her bijî Wan, her bijî. Di mîtînga Wanê ya dawî de ku me bi we re li dar xist, we soza her 14 şaredariyan qezenc bikin dabû, we bi cih anî. Me got gelê Wanê yê birûmet her ku tengav bibin em ê li cem we bin. Em îro bi we re ne. Heya ku em bi hev re soza xwe bi cih bînin û li dijî zilmê bi hêz û bi rûmet li ber xwe bidin. Em ê bi ser bikevin, gelê me demokrasî û azadî bi ser bikeve. Ez bi rêzdarî li hember helwesta we ya ku carek din ji dost û dijminan re bû mînak bejna xwe diteqînim..”

BAYINDIR: EV HÊZ Û BERXWEDAN BI FELSEFEYA ABDULLAH ÖCALAN ÇÊBÛYE

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Li Wanê hesabên şaş têk çûn û hilweşiyan. We li ber xwe da û rûmeta xwe parast. We rûmeta gelê Kurd parast. Em wek gelê Kurd xwedî rêber, gel û hêzeke mezin in. Ev hêz û berxwedan bi felsefeya Birêz Abdullah Ocalan çêbû. Em bi felsefeya Birêz Abdullah Ocalan bi ser ket. Rojbûna Birêz Abdullah Ocalan pîroz be. Em ji vî bajarê berxwedanê dibêjin, rojbûna te pîroz be."