DKP/Bîrlîk Bayraktaroglû û 'hemû nemir' bi bîr anî

DKP/Bîrlîk Ûlaş Bayraktaroglû (Mehmet Kûrnaz) bi bîr anî û got, "Divê em demeke welê ya têkoşînê birêxistin bikin ku pêşî li xwerêxistiniya girseyan veke."

DKP/Bîrlîk yek ji fermandarên şoreşger Ûlaş Bayraktaroglû (Mehmet Kûrnaz) di salvegera 7'an a şehadeta wî de bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji pêşengên damezrîner ên tevgera me hevrê Ûlaş Bayraktaroglû (Mehmet Kûrnaz) li Reqayê li refên herî pêş li dijî cîhadperestiya DAÎŞ'ê şer kir û tevlî karwanê nemiran bû. Em di salvegera 7'an a şehadeta wî de ne. Weke Komunarên Şoreşger mîna her salê îsal jî dema navbera 9 û 16'ê Gulanê di şexsê hevrê Ûlaş Bayraktaroglû de weke hefteya bîranîna nemirên xwe; Sûphî Tamer, Rasîh, Cemre, Robîn, Dogan, Îdîl, Zahîde, Comert, Cîhan, Hasan Alî, Ûlaş Adali, Bayram Alî, Nûrhak, Mehmet Alî û Ceren Guneş dinirxînin. Her hevrêyên me yên ku bi xwîn û xwêdanê tevgera me ava kirine, mîna doh, îro jî rêya me ronî dikin, wêrekî û biryardariyê didin me."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Divê em demeke welê ya têkoşînê birêxistin bikin ku pêşî li xwerêxistiniya girseyan veke. Ji têkoşîna rewa heta bi şerê bi pêşengiya rêbertiya komunîst şoreşger divê em pirekê ava bikin."