DIDF: Kesên hatine hilbijartin ji peywîrê nayên girtin, vîna gel nayê xespkirin!

Desteya Rêveber a DIDF'ê desteserkirina vîna gel a li Wanê şermezar kir û got, "Em bang li kedkarên Tirk ên li Elmanyayê ne dikin ku xwedî li mafên xwe yên demokratîk derkevin û li dijî rejîma mêtinger a desthilatdariya Elman helwestê nîşan bidin."

Desteya Rêveber a Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk (DIDF) bi daxuyaniyeke nivîskî tinehesibandin û desteserkirina vîna gelê Kurd a li Wanê şermezar kir.

Daxuyaniya DIDF’ê wiha ye:

“Partiyên desthilatdariyê AKP û MHP’ê di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de têkçûnek mezin jiyîn. AKP  ji 81 şaredariyan tenê 24 şaredarî bi dest xist, li rojavayê welêt û li bajarên rojhilat ku gelê Kurd lê pirin, deng wenda kir. AKP û Serokkomar R. Tayyîp Erdogan ku ev 22 sal in di her hilbijartinê de bûye partiya yekemîn, tevî ku hemû derfetên dewletê seferber kiriye û dengên sexte yên bi guhertina dengdêran jî, cara yekem bû partiya duyemîn.

Her çendî ev hilbijartin hilbijartinên şaredariyan bûn jî, karkeran dengê xwe tenê nedan şaredar û meclîsan. Li dijî rejîma yekzilamî, polîtîkayên sosyo-aborî yên hikûmetê ku bi piştgiriya sermayeya dewlemend ên ku jê hez dike karkeran hîn zêdetir feqîr dike, bi polîtîkayên şer ên li ser bingeha neteweperestî û cudahiyên olî hatine avakirin, li hemû qadûn demokratîk, azadî û mafan xesp dike.  Ji ber vê yekê li welat hêzên kedê, demokrasî û aştiyê yên li ser sindoqan bi ser ketin. Di dema pêş de ji bo xurtkirina têkoşînê ji bo daxwazên karkeran gav hat avêtin. Ya ku wê siberojê diyar bike wê têkoşîna hevpar a hêzên kedê, aştî û demokrasiyê be.

LI WANÊ NIKARIN VÎNA GELÊ KURD TINE BÛ HESIBANDIN

Serokkomar di daxuyaniya xwe ya piştî hilbijartinan da got, “Ew ê dersên pêwîst ji hilbijartinan derxînin. Piştî hilbijartinê li ser daxwaza Wezîrê Edaletê Hevaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ê ku ji sedî 55 ê dengan hat hilbijartin mazbata nedanê. Li şûna wî mazbata dane namzetê AKP'ê ku tenê ji sedî 27 ê dengan wergirtibû.

Pêkanînên dijdemokratîk ên desthilat û Serokomar Erdogan ên ku vîna gel paşguh dike, ne nû ye. Berê bi dehan şaredarên ji aliyê gel ve hatibûn hilbijartin ji wezîfeyê hatibûn girtin. Qeyûmên AKP'ê li şûna wan hatibûn bicihkirin û şaredarên ji aliyê gel ve hatibûn hilbijartin hatibûn girtin. Li dijî neheqî û bêhiqûqiya dawî ya li dijî vîna gelê Wanê tê kirin, li tevahiya Tirkiyeyê karker daketin qadan. Divê demildest êrîşên leşker û polîsan ên li ser gelê ku bên rawestandin. Abdullah Zeydan şaredarê ku ji hêla gel ve hatiye hilbijartin e.

Weke DIDF’ê em xespkirina vîna gel protesto dikin, daxwaz dikin ku demildest mazbataya Şaredar Abdullah Zeydan ê ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin bê dayîn û diyar dikin ku em bi hêzên kedê,  demokrasî û aştiyê re di nava piştevaniyê de ne.

Em bang li kedkarên Tirk ên li Elmanyayê ne dikin ku xwedî li mafên xwe yên demokratîk derkevin û li dijî rejîma mêtinger-desthilatdariya Elman helwestê nîşan bidin."