NÛ BÛ

Berxwedana Wanê li Ewropayê hat silavkirin: Berxwedan jiyan e!

Polîtîkayên ku vîna gelên Wan, Curnê Reş û Şirnexê yên ji aliyê namzetên DEM Partiyê hatibûn qezenckirin tinedihesibînin li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin. Berxwedana Wan ya ku bi ser ket, hat silavkirin.

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ HEWLDANÊN DESTESERKIRINA VÎNAN

Li bajarên Ewropayê li dijî tinehesibandin û hewldanên destekkirina vîna gelê Kurd çalakî hatin lidarxistin. Têkçûna hewldana destserkirina li Wanê û berxwedana bi heybet a gelê Kurd, dirûşmên "Bijî berxwedana Wanê" û "Bijî Kurdistan" hatin berzkirin.

BREMEN

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê Bratî e. V û Meclîsa Jinê ya Sêvê, hewldanên desteserkirina îradeya gelê Kurd a 31’ê Adarê protesto kirin.

Kurdistaniyên ku tevî baranê li ber Parlamentoya Bremenê bi dirûşma "Alle zusammen gegen den Faschismus(lLi dijî faşîzmê têkoşîna hevpar)“ hatin cem hev, pêkanînên qeyûm ên rejîma AKP-MHP'ê şermezar kirin.

Hevseroka Brati e. V’ê  Xezal Yalçin diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze li Tirkiyeyê rejîma yekzilamî ava bikin û wiha got: “Li Tirkiyeyê di 31’ê Adarê de hilbijartin çêbû. Gelê Kurd vîna xwe eşkere kir. Li ser hevşaredarên me êrîş hene. Dixwazin rejîma yekzilamî ava bikin. Em vê naxwazin. Rejîmek li ser yekzilamî tê xwestin. Bi milyonan Kurd li Tirkiyeyê dijîn. Rejîma yekzilamî qebûl nake. Hemû dixwazin bi hev re bijîn. Dixwazin civakeke demokratîk ava bikin. Ji ber vê yekê em mafên mirovan dixwazin, em demokrasiya rast dixwazin, em dixwazin vîna me bê naskirin.”

Di çalakiya şermezarkirinê de peyama KON-MED'ê hat xwendin û piştre bi berzkirina dirûşmeyên "Kindermorder Erdogan (Kujerê zarokan Erdogan), Erdoğan ist ein Morder und Faschist (Kujer faşîst Erdogan), Bijî Berxwedana Wanê” bi dawî bû.

DEN HAAG

Hewldana desteserkirina vîna gel a li Wanê jî li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi çalakiyekê hat protestokirin.

Di çalakiya bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd a Hollandayê (DEM-NED) de Hevserokê Federasyonê Engîn Yurtsever axivî û destnîşan kir ku divê dewleta Tirk ji van kiryarên dijhiqûqî vegere û da xuyakirin ku ew li gel gelên berxwedêr bi taybet li Wanê ne. Yurtsever anî ziman ku desteserkirina îradeyê nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku heta xeletî neyê sererastkirin dê çalakiya xwe bidomînin.

Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Çinar Yoldaî axivî û diyar kir ku ew ê destekê bidin gelê Wanê ku hewl dide bi awayekî bêhiqûqî bê desteserkirin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Elmanya Duîsbûrgê jî bi banga Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya Elman KON-MED û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê TJK-E, hewldana desteserkirina vîna gelê Kurd hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan bi banga DKTM ya Dûîsbûrgê li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û mîtîngek organîze kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Vîna gel nayê qebûlkirin. Li dijî vê pêkanînên dijdemokratîk, mêtingeriya faşîst, bi hevgirtina gelê Wanê re li her derê cîhanê çalakiyên demokratîk tên lidarxistin. Em bang li hemû gelê xwe yê Kurd ê bi rûmet bi taybetî li Ewropayê û alîgirên demokrasiyê dikin ku li dora DEM Partiyê bibin yek û xwedî li vîna xwe derkevin."

Siyasetmedar Lezgîn Botan, nûnerên ATÎF, AGÎF û Partîzan di mîtîngê de axaftin kirin. Lezgîn Botan diyar kir ku li Qers, Bedlîs û Şirnexê vîna gel ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ve bhatiye desteserkirin û got, "Pêwîste em li dijî vê hewldanê têbikoşin û xwedî li vîna xwe derkevin."

Nûnerên din ên ku axivîn jî silavên xwe ji gelê Kurd ê ku ji bo vîna xwe ya li Kurdistanê serî hildaye, anîn ziman.

Di çalakiyê de bi agahiya ku di encama têkoşîna gelê Wanê de belgeya hilbijartinê ji Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal re hatiye vegerandin, girseya ku beşdarî çalakiyê bû bênavber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Wanê" û "Bijî Kurdistan" berz kirin.

LONDON

Di dema ku bi berxwedana gel re mazbata Hevşaredarê Bajarê Mezin ê DEM Partiyê Abdullah Zeydan hat vegerandin, Kurdistanî û dostên wan li ber Sefaretxaneya Tirk a li paytexta Îngilîstan Londonê çalakî li dar xistin.

Di çalakiyê de ku rêxistinên girseyî yên demokratîk jî piştgirî dan, postarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên DEM Partiyê hatin hilgirtin. Komê ku pankart û dowîzên ku polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk teşhîr dikin hilgirtin, gelek caran bênavber dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gori”stan, "Rêz ji vîna gelê Kurd re bigirin", "Bijî Berxwedana. Wanê", "Terorîst TC, diz û kujer Erdogan" herz kirin.

Di axaftinên li vir de jî hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi awayekî bêexlaqî êrîşî vîna gelê Kurd dike û hate gotin, “Li dijî vê bêexlaqiyê berxwedan tê kirin. Ev dizên bêexlaq, dijminên gel, dijminên azadiyê wê bi ser bikevin. Kesên bêşerm qanûnê paşguh dikin. Ew qanûnên ku bi xwe çêkirine jî paşguh dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê li ber xwe bidin, em ê bi ser bikevin." Di çalakiya ku dostên Kurdan jî daxuyanî dan de, hate gotin ku ew ê li dijî faşîzmê di nava têkoşînê de bin.

Komê çalakiya xwe ya li ber sefaretxaneyê demek dirêj berdewam kir.

EDINBÛRGH

Yek ji van çalakiyan jî Konsolosxaneya Tirk a li patexta Skoçya Edinburghê bû. Bi banga Navenda Civaka Kurd gelek Kurdistanî li ber Marketa Hîghê hatin cem hev. Kurdistaniyên ji vir meşiyan dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” û "Bijî berxwedana Kurdistan" berz kirin. Koma ku pankartên polîtîkayên dagirker û faşîst ên dewleta Tirk vedibêje hilgirtin, meşa li ber Konsolosxaneya Tirk bi dawî bû. Di axaftinên li vir de bal kişandin ser polîtîkayên faşîst û mêtinger ên dewleta Tirk û hate destnîşankirin ku wê rê nedin faşîzma Erdogan. Komê demek dirêj çalakiya xwe berdewam kir û piştre bi çepik û dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anî.

HANOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, li ser banga Navenda Civaka Kurd a Hannoverê û Meclîsa Jinan a Ronahî, Kurdistanî û dostên wan li dijî desteserkirina îradeya li Wanê meşiyan. Çalakger saet di 17:00 de li ber Hannoverê HBF’ê hatin cem hev.

Çalakgeran diyar kirin ku di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de civaka Kurdistanê bi taybetî li Wanê li dijî hemû fen û fûtên qirêj ên dewleta şerê taybet a AKP-MHP’ê îradeyeke zelal nîşan da û destnîşan kirin ku hilbijêrên Kurdistanê yên ji DEM Partiyê li tevahiya Tirkiyeyê xwedî roleke stratejîk û diyarker in. Di heman demê de desteserkirina vîna gelên Şirnex, Bedlîs û Qersê ya ji aliyê rejîma şerê taybet ve bi dizî, bi rêbazên neqanûnî û sexte yên dengdêran, hat şermezarkirin.

Çalakgeran diyar kirin ku rejîma qeyûm û desteserker ji stratejiya qirkirina Kurdan qut nîne, gelê Kurdistanê ku vîna xwe bi berxwedanê diparêzin silav kirin.

Di çalakiyê de daxuyaniya KON-MED'ê jî hat xwendin. Gemeinsam Kampfen û dostên Kurdistaniyan jî axaftinên piştevaniyê kirin û bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

Di çalakiyê de bi agahiya dayîna mazbata Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan, çalakgeran bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Wanê, Berxwedan Jiyan e" dawî li çalakiya xwe anîn. Di dawiya çalakiyê de banga mezinkirina çalakiya li dijî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

ULM

Li Ulmê ji bo piştgiriya berxwedana gelê Kurd ji aliyê ADHF, ATÎF, AGIF, FED-GEL ên endamên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ve mîtîng hat lidarxistin. Piştî ku agahiya serketina berxwedana gelê Wanê hat mîtîng veguherî şahiyê û serketin pîroz kirin.

Xwepêşandêran tevî agahiya serketinê, li pey pankarta Elmanî “Encamên hilbijartinê yên li Wanê dengê gelê Kurd e”li navê ADGB û DEM Partî kom bûn. Di axaftinên li mîtîngê de bi Tirkî, Elmanî û Kurdî hatin kirin de, peyama dewamkirina têkoşînê hate dayîn û hat gotin, "Gelê me bi berxwedanê bi ser ket." Çalakî bi dirûşmeya “Her der Wan e, her der berxwedan e” bi dawî bû.

BIELEFELD

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê, li ber stasyona trenê ya navendî hatin cem hev û peyama dilsoziyê dan gelê Wanê.

BERN

Endamên TÇS'ê û Kurdistaniyên li bajarê Bernê dijîn berxwedana dîrokî ya Wanê pîrozkirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û gelê Kurdistanê danê êvarê li ber Bern Bahnhofplatzê hatin cem hev û beşdarî çalakiyên berxwedanê yên li bajarên din ên Kurdistanê bi taybet li Wanê didomin bûn. Girseyê bi pîrozbahiyan qad veguherand şahiyê û bi dirûşmeyan çalakiyên berxwedana li Kurdistanê silav kir. Siyasetmedar Ferhat Encû ku beşdarî pîrozbahiyên li qadan bû, axaftinek kir. Encû diyar kir ku di encama berxwedana ku li Kurdistanê pêşketiye de serkeftin pêk hatiye û got: “Gelê Kurd weke her carê mafê xwe yê rewa û heq weke şîrê dayikê bi berxwedanê wergirt. Bijî berxwedana gelê Wanê û gelê Kurd.”

Nûnerê SYKP'ê yê Ewropayê Tuncay Yilmaz ku beşdarî pîrozbahiyê bû, gel û berxwedana li Kurdistanê pêş dikeve silav kir û bal kişand ser çanda berxwedanê ya gelê Kurdistanê. Piştre girseya gel govend gerand û serkeftina berxwedana Wanê pîroz kir. Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Wanê" bi dawî bû.

STOCKHOLM

Kurdistanî û dostên wan li Stockholma Swêdê li hev civiyan û xespkirina vîna gel a li Wanê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve protesto kirin.

KOLN

Kurdistanî û dostên wan ên ku bi organîzasyona Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê û ADGB (Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê) ji bo protestokirina hewldana dagirkeriyê ya li Wanê hatin cem hev. Girseya gel li Bahnhofvorplatzê kom bû û pîrozbahiyê bi agahiya ku berxwedana li Wanê bi serket, dest pê kir. Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrût axaftinek kir û berxwedana Wanê silav kir. Piştre bi stranên hunermendên TEV ÇAND'ê re govend hatin gerandin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, xespkirina vîna gel a ji aliyê rejîma AKP’ê hate protestokirin. Girseya li Lûîsenplatzê li hev kom bû, gelê berxwedêr ên Wanê silav kir û serketina li vir bi coş pêşwazî kir. Gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana Wanê", "Bijî berxwedana Kurdistanê" û "Dîktator Erdogan" hatin berzkirin.