HBDH'ê Ûlaş Bayraktaroglu bi bîr anî: Divê em li her qadê faşîzmê têk bibin

HBDH'ê Ûlaş Bayraktaroglû bi bîr anî û got, "Mîna hevrê û fermandar Ûlaş, divê li kolan, zindan, dibistan-zanîngeh û çolan li her qadê têkoşînê bi awayekî ku faşîzmê têk bibin bigirin dest.”

Komîteya Rêveber a HBDH'ê, fermandar Ûlaş Bayraktaroglu bi wesîleya salvegera şehadeta wî bi bîr anî. 

HBDH'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Di 9'ê Gulana 2017'an de, hevrê Ûlaş Bayraktaroglu (Mehmet Kûrnaz) fermandarê leheng ê têkoşîna enternasyonal, ku li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar di eniya parastina gelên herêmê û cîhanê de cih girt, nemir bû. Em wî bi dilsoziya xwe ya bi mîrateya bi rûmet a têkoşînê re ji me re hiştiye, bibîr tînin."

‘PÊWÎSTÎ BI MILÎTANÊN PÊŞENG HENE’

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku pêdivî bi mîlîtanên mîna hevrê Ûlaş Bayraktaroglu yê fedekar, bi cesaret û însîyatîf heye û wiha hat gotin, “Em dikarin êrîşên dijmin tenê bi şopandina rêya ku hevrêyên me yên pêşeng ji me re vekirine û bi têgihiştineke rast û bi bicihanîna mîrateya ku ji me re hiştine, vala derxin û bi vî rengî em dikarin têkoşîna şoreşgerî geş bikin. Mîna hevrê Fermandar Ûlaş, divê em her qada têkoşînê veguherînin cihên têk birina faşîzmê û li gorî perspektîfa şoreşa yekbûyî tevbigerin.

Bi vê hişmendî û dilsoziyê em hevrê Fermandar Ûlaş Bayraktaroglu di salvegera wî ya 7’emîn de bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û di şexsê wî de soz didin hemû şehîdên xwe, hevrêyên xwe yên li zindanan û gelên xwe; Em ê jî mîna pêşengê xwe şer bikin û şerê xwe yê şoreşgerî yê yekbûyî mezin bikin."