DEM Partiyê X-ray û têlên direhî ji ber şaredariyê rakir

Li navçeya Wêranşar a Rihayê, hevşaredarên DEM Partiyê cîhaza X-ray û têlên li pêşiya şaredariyê rakirin û gotin, "Şaredarî mala gel e."

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), Şaredariy Wêranşarê ji AKP’ê stand û hevşaredarên navçeyê weke karê ewil cîhazê X-rayê û têlên direhî yên li dora şaredariyê hatin raxistin rakirin. Dema şaredarî di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, di kanûna 2016’an de qeyûm lê hate tayînkirin û li şaredariyê cîhazê X-ray hate danîn û dora şaredariyê bi têlên direhî hate dorpêçkirin. Sepana behsa xeberê heta sala 2019’an ku AKP’ê şaredarî bi dest xistî dom kir.

Hevşaredar Serhat Dîcle Înan diyar kir ku sepana heyî nîşan dide ku şaredarîvaniyeke ji gel qut hatiye meşandin û wiha got: “Em ê şaredarîvaniyeke wisa bikin ku gel her tim bikare bi rehetî were şaredariyê. Li dijî kesên şaredariya navçeyê bêyî pêwendiyên bi gel re birêve birin, me jî îro cîhazê X-ray rakir. Êdî tu kes dê ji wî cîhazî re derbas nebe. Şaredarî êdî mala wan e. Kengî bixwazin dê bikarin xwe bigihînin mala xwe.”

Hevşaredar Bedriye Yorgun jî destnîşan kir ku ewlehiya civakê bi aştiyeke civakî pêkane û wiha pê de çû: “Ewlehiya civakekê bi wekheviyê pêkan e, bi nêzikatiyeke adilane pêkan e, bi demokrasiyê û nêzikatiyên wekhev û azad pêkan e. X-ray ne amûrên parastina ewlehiya civakê ne. Lewma weke karê ewil me ev cîha rakirin û em hewl didin şaredariyê veguherînin mala gel. Me di vê mijarê de soz dabû û em li ser soza xwe disekinin.”

Piştre jî cîhazê X-rayê hate rakirin û danîn depoyê. Her wiha têlên direhî yên li dora şaredariyê jî yek bi yek hatin rakirin. Piştre jî hevşaredar çûn serdana xebatkarên şaredariyê.