DEM Partiyê li Hezro û Stewrê îtîraz kir

DEM Partiyê li Hezro û Stewrê ku hilbijêr lê hatin veguheztin, îtîrazê encamên hilbijartinê kir.

HILBIJARTIN DEM PARTÎ ÎTÎRAZ

Li navçeya Hezro ya Amedê desthilatdariya AKP-MHP’ê bi veguheztina hilbijêran bi ser ket. AKP’ê 4 hezar û 83, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî 3 hezar û 712 deng wergirtin. Li navçeyê 371 deng ferq in. Li navçeyê 904 deng jî nederbasdar hatin hesabkirin.

DEM Partiyê ji bo dengên nederbasdar jinûve bên hejmartin, serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê da. Lê îtîraz hatin redkirin. DEM Partî jî li ser vê yekê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr da.

Li Lîseya Anadolû ya bi Pirbernameyî, 900 leşker-polîsên veguheztî dengê xwe bi kar anîbûn.

DI NAVNÎŞANEKÊ DE 650 HILBIJÊR

Her wiha DEM Partî ji ber hilbijêrên veguhestî li navçeya Stewra Mêrdînê deng bi kar anîne, bi daxwaza hilbijartin werin betalkirin serlêdan kir. Di navçeyê de 978 leşker-polîsan deng bi kar anî. Li gorî encamên nefermî AKP bi ferqa 767 dengan di pêş de xuya dike. DEM Partî ji bo betalkirina hilbijartinan serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê da. Bi ser redkirina serlêdanê, DEM Partî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku di malnîşana hejmar 12 a li Taxa Kaplanê de hebûna 650 hilbijêran wek delîl têr dike.