Polîsan êrîşî parêzerên baroya Wanê kirin: 8 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk êrîşî parêzerên Baroya Wanê yên ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûm li Wanê meş li dar xistin kirin û 6 parêzer binçav kirin.
Polîsên Tirk êrîşî parêzerên Baroya Wanê yên ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûm li Wanê meş li dar xistin kirin û 6 parêzer binçav kirin.
Parêzerên Baroya Wanê ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûm li Wanê meşek li dar xistin. Polîsên Tirk êrîşî parêzeran kir.
Di encama êrîşa polîsên Tirk de parêzer Umît Savaş, Mûrat Ozçîçek, Mustafa Ozoral, Medenî Gur, Ebrû Demîrtepe, Lokman Emen, rojnamevan Medîne Mamedoglû ku bûyer dişopand û welatiyê bi navê Seyfî Ayhan hat binçavkirin.