Gulistan Sonuk bi hezaran kesî re çû Şaredariya Êlihê

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a DEM Partiyî ku di hilbijartinê de bi rêjeyeke bilind hat hilbijartin tevî bi hezaran kes derbasî şaredariyê bû û wiha got: “Me îro bi saya berxwedana gel şaredariya xwe bi dest xist.” 

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku bi rêyeke bilind hate hilbijartin, bi tevlibûna hezaran kesan çû şaredariya hatibû xespkirin û peywir dewr girt. Bi hezaran kesên li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê kom bûn, parlamenter Zeynep Oduncu, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Şaredariyê, endamên pêkhateya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê jî bi Sonuk re çûn şaredariyê. Girse bi çepik, dirûşman û tililiyan ber bi şaredariyê ve meşiyan. Di tevahiya meşê de girseyê dirûşmên “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî”, “Zext nikarin me têk bibin” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. 
 
Di deriyê şaredariyê de jî girse bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat pêşwazîkirin. Girse bi strana “Welat çiqas xweş û rind e” derbasî şaredariyê bû. Sonuk li odeya hevşaredariyê daxuyanî da û got ku qeyûm şaredarî veguherandiye qereqolê. Sonuk, wiha domand: “Şaredariya gel li gel qedexe kirine. Me îro bi saya berxwedana gel şaredariya xwe stand. Û bi beşdariya hezaran kesan em ketin şaredariyê. Girseya îro hatiye vê derê, di 4 salên pêvajoya qeyûm de qet nehatine şaredariyê.” 
 
Sonuk, got “Me tişta aydê xwe stand” û wiha domand: “Gelê me îro bi strana ‘Welat çiqas xweş û rind e’ kete şaredariyê. Bajarê me yê me ye. Em çawa ku îro bi girseyî, bi gel re ketibin şaredariyê, em ê şaredariyê bi gelê xwe re b irê ve bibin.” Piştre jî Hevşaredarê Êlihê yê berê Mehmet Demîr ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin axivî û got ku dê texrîbatên qeyûm bi hev re çareser bikin û dê li pêşberî hiqûqê hesabê ji kesên rê li ber vê texrîbatê vekirin bipirsin. 
 
Hevşaredara Êlihê ya berê Songul Korkmaz ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin jî da zanîn ku îradeya jinan li bajar serkeftineke mezin bi dest xistiye û banga mezinkirina piştevaniyê kir. Piştî axaftinan, Hevşaredar Sonuk pîrozkirin qebûl kir.