Li bajarokê Perî yê Dersime wê hilbijartin jinûve bê kirin

Li bajarokê Perî yê Dersimê, ji ber îtiraza AKP'ê biryar hate dayin ku hilbijartin jinûve bê kirin.

Li bajarokê Periyê ya Dêrsimê li ser îtîraza AKP’ê biryara jinûve lidarxistina hilbijartinê hate dayîn. Rayedarên AKP’î îdia kirin ku di sindoqa li Taxa Orsê pusulayên hilbijartinê nedane nêzî 20 hilbijêran û dibe ku ev yek encama hilbijartinê biguherîne. Bi vê îdiayê jî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê dan. Lijneya Hilbijartinê ya Bajar jî serlêdan nirxand û biryara jinûvelidarxistina hilbijartinê da. Hilbijartina li Periyê dê di 2’yê hezîranê de bê lidarxistin. 
 
Li gorî encamên li Periyê namzetê CHP’ê 471, yê AKP’ê 467 û namzetê DEM Partiyê Orhan Çelebî jî 276 deng stand. 
 
Di hilbijartinên 2019’an de Çelebî bi ser ketibû û piştre li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin.