NÛ BÛ II

Berxwedana Wanê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Li Amed, Îdîr, navçeyên Kartal û Esenyûrtê yên Stenbolê berxwedana dîrokî ya Wanê hat pîrozkirin.

LI AMEDÊ COŞA SERKEFTINA WANÊ

Li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê berxwedana dîrokî ya Wanê bi coş hat pîrozkirin.

AMED

Li Amedê piştî biryara YSK'ê ya ji bo dayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Abdullah Zeydan, li Amedê pîrozbahî dest pê kir. Li navçeyên Rezan, Sûr, Bajarê Nû û Peyasê yên Amedê bi deh hezaran kes hatin cem hev û berxwedana Wanê pîroz kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de her wiha fîşekên hewayî û meşale hatin pêxistin û li gel def û zirneyê govenda hat gerandin. Gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana Wanê", "Bijî Serok Apo" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.

ÎDÎR

Rêxistina DEM Partiyê ya Îdîrê, li ber buroya hilbijartinê ya li Kolana Cumhûriyetê şahiyek li dar xist. Bi sedan ciwan û jin beşdarî şahiyê bûn. Ciwanên beşdarî şahyê bûn li ber stranên Kurdî û Tirkî govend gerandin. Girse berxwedana Wanê bi dirûşmeyan silav kir.

KARTAL

Bi sedan kesên li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Kartalê kom bûn, berxwedana Wanê bi govendê pîroz kirin. Girseyê demeke dirêj dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Berxwedan jiyan e" û "Bijî berxwedana Wanê" berz kir.

ESENYÛRT

MÊRDÎN   

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jî berxwedana dîrokî ya Wanê bi coş hat pîrozkirin.