Li Bêrecûkê êrişeke din li ser avahiya DEM Partiyê hate kirin
Li navçeya Bêrecûk a Rihayê, li hemberî avahiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), piştî êrişa çekdarî ya roja Çarşemê doh bi şev jî êrişeke din hate kirin.
Li navçeya Bêrecûk a Rihayê, li hemberî avahiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), piştî êrişa çekdarî ya roja Çarşemê doh bi şev jî êrişeke din hate kirin.
Bi cismekî hişk li camê avahiya DEM Partiyê hate xistin û hate şikandin.
Têkildarî êrişkaran agahî bi dest neket.
Der barê êrişa roja Çarşemê de Halîl Begît hate binçavkirin ku kekê Mehmet Begît e ku piştî hilbijartinê ji DEM Partiyê îstifa kiribû. Lêpirsîn dewam dike.