Hevşaredar bi gel re şaredariyên xwe digrin

Hevşaredarên DEM Partiyê ku mazbatayên xwe wergirtin, tevî bi sedan kesî çûn şaredariyên ku qeyûman deriyan wan li gel girtibû.

Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku di hilbijartinê de bi ser ketin, mazbatayên xwe werdigirin. Hevşaredarên ku mazbatayên xwe wergirtin, tevî gel çûn şaredariyên di destê qeyûman de.

COLEMÊRG

Hevşaredarên Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçe ku mazbatayên xwe wergirtin. Îro tevî bi sedan kesî derbasî şaredariyê bûn. Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ewil axivî, anî ziman ku dema nû li gelê Colemêrgê pîroz be û got ku wê şaredariyê ji nû ve ava bikin. Pişt re Hevşaredar Mehmet Siddik axivî û wî jî got ku ew ê bi awayekî zelal xizmetê ji gel re bikin.

GEVER

Hevşaredarên Geverê jî piştî wergirtina mazbatayan bi tevlîbûna bi sedan kesî ber bi avahiya şaredariyê meşiyan. Hevşaredarê Geverê Şoreş Dîrî li vir axivî û malovaniya hemû xebatkarên partiyê kirine û got ku şaredariya Geverê di xizmeta gel de ye.

Hevşaredar Şadiye Kirmizigulê jî wiha anî ziman: “Em ji gelê xwe re spas dikin. Ev 8 sal bû me nikaribû gava xwe bavêjin vê şaredariyê. Em dilê we dizanin. Niha em coşek mezin dijîn. Em ji gelê xwe re spas dikin. Em ê hêjayê gelê xwe xizmetê bikin.”

Parlamenterê Colemêrgê Onûr Duşunmez jî bal kişand ser 4’ê Nîsanê û girîngiya wê ya ji bo gelê Kurd û got: “Îro rojbûna serokatiya me ye. Em ji hezaran kesên di zindanê de silavan dişînin.”

Piştî axaftinan hevşaredar û girseyê govend gerandin.

MÛŞ

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî salan Şaredariya Mûşê bi ferqeke mezin ji AKP'ê stend. Hevşaredarên Mûşê Sirri Soylemez û Tûba Sayilgan tevî gel mazbatayên xwe wergirtin. Paşê bi girseyî ber bi Şaredariya Mûşê ve meşiyan. Soylemez û Sayilgan ku li ber şaredariyê axivîn, destnîşan kirin ku ew ê rêveberiyeke bi gel re ava bikin.

MILAZGIR, KOP, GIMGIM

Hevşaredarên Mizlagirê Ahmet Kenan Turker û Gulistan Ozel û Hevşaredarên Kopê Aryan Dogan û Arafat Kardagi û Hevşaredarên Gimgimê Kiyasettîn Aydemîr û Gulbahar Kaya jî mazbatayên xwe wergirtin.

ÊLIH

Hevşaredarên Awiskê yên DEM Partiyê mazbatayên xwe girtin. Hevşaredar Celîle Yildiz û Halîl Îbrahîm Karabûlût tevî rêveberên DEM Partiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Parlementera Êlihê Zeynep Odûncû çûn edliyeyê û mazbatayên xwe wergirtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz ku li ber edliyeyê daxuyanî da, anî ziman ku tevî hemû xebatkarên partiyê û ciwanan bênavber xebitîne.

Girse ku ji ber edliyeyê ber bi şaredariya bajarokê ve meşiya, bi çepikan hat pêşwazîkirin. Di dema meşê de dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" hat berzkirin. Hevşaredar û girseya bi wan re bi hev r eketin şaredariyê.

MÊRDÎN

Hevşaredarên Şemrex a Mêrdînê Kûdret Ûçûk û Hamdîn Demîr jî mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredar Ûçûk û Demîr ji ber avahiya DEM Partiyê ya Şemrexê tevî gelek eksan çûn Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê. Hevşaredarên ku namzetên xwe wergirtin, tevî girseyê çûn Şaredariya Şemrexê.

Hevşaredar li ber şaredariyê daxuyaniyek dan û gotin ku gel xwedî li vîna xwe derketiye û malavayiya her kesî kirin.