BI DÎMEN

Hevşaredarên Wanê mazbataya xwe wergirtin, berxwedan silav kirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan mazbatayên xwe wergirtin û spasiya gelên berxwedêr kirin.

LI WANÊ MAZBATA

Li Wanê ku şaredariya bajarê mezin bi saya berxwedana gelan careke din hate bidestxistin, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ji bo mazbatayên xwe werbigirin hatin ber Desteya Hilbijartinê ya Bajêr. Bi sedan kes bi Neslîhan Şedall û Abdullah Zeydan re bûn. Hevşaredaran piştî ku mazbataya xwe werbigirin, beriya biçin avahiya şaredariyê ji gel re axivîn.

'EM SPASIYA BERXWEDÊRAN DIKIN'

Neslîhan Şedal got, "Ji bo wijdanê kolektîf, edalet û wekhevî li nava civakê bi cih bibe, bi salan e em têdikoşin. Li rêveberiyên xwecihî jî em bi heman fikrî têdikoşin. Em spasiya hevrêyên xwe yên ciwan, jinan, gelan, dayikan, saziyên civakî yên sivîl û hemû dînamîkên bajarê xwe dikin ku li dora namzetên me civiyan. Em spasiya her kesî dikin ku li hemberî her êrişeke gengaz mafên xwe yên demokratîk nîşan dan û berxwedana me mezin kirin, kirin ku têkoşîna me bi ser bikeve. Li Wanê hêviya me ya ji bo xurtbûna lêgerîna li edalet, azadî û mafê civakê jinûve geş bû. Vê yekê ne tenê ji bo Wan, lê ji bo hemû gelên herêmê hêvî mezin kir. Ev serketin pîroz be."

'XWEDÎ LI ÎRADEYA GEL HATE DERKETIN'

Zeydan jî got, "Ji bo demeke kurt jî be hiqûq, edalet hate betalkirin. Di serî de xelkê Wanê em spasiya her kesî dikin ku xwedî li demokrasî, hiqûq, edalet û îradeya xwe derketin. Ev biryara YSK'ê îadeya jiyana bi rûmet, bi hev re, aştiya civakî û avakirina edalet û serweriya hiqûqê hîn xurt kiriye. Pêwîstiya cografya me bi şer, bi bêhiqûqiyê nîne. Berpirsyariya me hemûyan e ku aştiya civakî, jiyana bi hev re û bi rûmet ava bikin. Êdî dem hatiye ku em aştiya civakî ava bikin, xizmetên herî bedew li bajarê xwe bikin. Em ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên bajarê xwe bixebitin. Em spasiya gelê xwe dikin."