Li Çiyayên Gabar û Cûdiyê qedexeya dagirkeran
Herêmên Çiyayên Cûdî û Gabarê yên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve di bin navê 'Herêma ewlekariya taybet a demkî' ji bo 15 rojan li şêniyên herêmê hatin qedexekirin.
Herêmên Çiyayên Cûdî û Gabarê yên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve di bin navê 'Herêma ewlekariya taybet a demkî' ji bo 15 rojan li şêniyên herêmê hatin qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê walîtiyê ve hate dayin, herêmên Çiyayên Cûdî û Gabarê yên li navenda Şirnexê, navçeyên Cizîr, Basa û Silopiyayê ne, ji bo 15 rojan weke 'herêma ewlekariya taybet a demkî' hatine ragihandin.
Walîtiyê diyar kir ku qedexe wê heta 24'ê Gulanê dewam bike.