Di qezaya helîkopterê de 9 cenaze hatin dîtin

Hate ragihandin ku tîmên rizgarkirinê di encama 15 saetên lêgerînê de 9 cenaze peyda kirine.

9 CENAZEYÊN QEZAYA HELÎKOPTERÊ HATIN DÎTIN

Tîmên rizgarkirinê roja Duşemê danê siharê xwe gihandin helîkoptera ketî xwarê ku helîkopter li herêmeke çiyayî ya rojhilatê Azerbeycanê hate dîtin.

Tê texmînkirin ku qezaya helîkopterê roja Yekşemê di navbera saet 13.30 û 14.00’an de pêk hatiye.

Tîmên rigarkirinê li cihê bûyerê 9 cenaze peyda kirin ku yên: Serokkomarê Îranê Reîsî, Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan, Waliyê eyaletê, melayekî, du wezîfedarên ewlehiyê yên serokkomariyê û sê jî yên muretebatê ne.

Rayedarek ji ajansa Tasnîmê re axivî got: ‘‘Tevî ku cenaze şewitî jî bûn, bêyî testa DNA’yê hatin teşhîskirin.’’

Cenaze ji Tebrîzê re hatin neqilkirin û merasîmên veşartinê wê roja Sêşemê destpê bikin û roja Çarşemê jî li Tehranê berdewam bikin.

Cenazeyê Reîsî jî wê roja Pêncşemê li bajarê Meşhedê were veşartin.

LI ÎRANÊ 5 ROJAN ŞÎN HATE ÎLANKIRIN

Serokê olî Ayetullah Alî Hamaneyî piştî mirina Serokkomar Reîsî û şandeya li gel wî ragihand ku li Îranê 5 rojan şîn hatiye îlankirin.

Her wiha Serokê olî Ayetullah Alî Hamaneyî roja Duşemê bi awayekî fermî îlan kir ku Cîgirê Yekem ê Serokkomariyê  Mihemed Muhbîr berpirsê rêveberiya Îranê ye. Ayetullah Alî Hamaneyî ragihand ku ji bo lidarxistina hilbijartinên Serokkomariyê herî zêde 50 roj wextê Muhammed Muhbîrî heye.