Pêngava Gerdûnî: Em ê rejîma Erdogan neçar bikin ku deriyê Îmraliyê veke!

Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Gerdûnî ku qonaxa xwe ya duyemîn ragihand, wiha got: “Em ê rejîma Erdogan neçar bikin ku deriyê Girtîgeha Îmraliyê veke.”

Li Kolnê bi civîneke çapemeniyê, qonaxa duyemîn a pêngava gerdûnî hate destpêkirin.

Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Gerdûnî 10’ê Cotmeha 2023’yan li derdora 100 welatan hatibû destpêkirin.

Di civîna çapemeniyê de hate ragihandin ku qonaxa duyem wê ji 1’ê Adarê heta 1’ê Gulanê bidome.

KCDK-E ku parçeyekî Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Gerdûnî ye, di civîna çapemeniyê ya ji aliyê berdevkên pêngavê ve hatî lidarxistin de, ev daxuyanî da:

“Weke Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistanê ya Ewropayê (KCDK-E) em bi hemû rêxistinên û hevparên xwe re di asta cîhanî de beşdarî pêngava ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ bûn.

Li çar deverên cîhanê, li 5 parzemînan, 93 welatan û 185 bajaran bi hezaran aktîvîstan piştevaniya azadiyê kirin. Em di şexsê 3 berdevkên vê pêngavê Sarah Glynn, Thoreaû Redcrow û Jork Detjen de spasî û hezkirinên xwe pêşkêş dikin.

We nîşan da ku Birêz Abdullah Ocalan ne tenê lîderê me ye, di heman demê lîder û hevrêyê we ye jî. Ji ber ku me nîşan da ku em ne bi tenê ne. Bi saya vê yekê me gelekî hêz û moral girt. Her wiha em têkoşîna azadiyê ya gelê Fîlîstîn û Belûc jî silav dikin.

Mîtînga me ya ku di atmosfera karnavaleke azadiyê de pêk hat, vîna aştî û azadiyê ya gelê Kurd careke din nîşanî her kesî, dost û dijmin daye. Her wiha em spasiya rêveberiya bajarê Kolnê û yekîneyên ewlekariyê ji ber hesasiyeta hiqûqî û dostaniya wan dikin. Di mîtînga li Kolnê de peyamên gelekî girîng ji Konseya Yekîtiya Ewropayê bi taybetî ji Elmanyayê re hatin dayîn. Carek din eger em dubare bikin, divê Komîsyona YE’yê, Serokwezîr Scholz û Wezîrê Karên Derve Baerbock, eger naxwazin hîn bêhtir bibin şirîkên gunehên rejîma Erdogan, divê ji bo vekirina deriyên Îmraliyê rola xwe bilîzin. Teqez êdî torelansa ku Sosyaldemokratîk û hikûmeta keskan ji bo reşîma faşîst raber dike, nayê qebûlkirin!

Dostên hêja,

Di civînên nirxandinê de ku me li ser vexwendina hevrêyên xwe yên organîzatorê pêngava gerdûnî pêk anîn, xebatên ku heta niha me kirine weke qonaxa pêşî ya vê pêngava gerdûnî pênase kir.

Ya sereke û girîngtir xebata qonaxa 2'yemîn e ku em ê piştî îro, ango ji 1'ê Adarê ve destpê bikin. Em ê teqez zorê bidin rejîma Erdogan ku deriyên Girtîgeha Îmraliyê ya ku Serok Apo lê girtî ye veke. Em ê vê rejîma Erdogan a qirêj, zalim û dijî gel li tevahiya cîhanê teşhir bikin.

Ji îro û pê ve em ê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 21'ê Adarê Newroz, 28'ê Adarê Roja Lehengiya Neteweyî ya me, 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, ango rojbûna jina Kurd a azad û gelê Kurd, 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê, bi balkişandina ser vê pêngava gerdûnî û bi berzkirina mîlyonan gelê me ya dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' pîroz bikin û bi bîr bînin.

Di dawiyê de bi wesîleya hilbijartinên xwecihî yên li welat em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi awayekî herî fedakar û çalak beşdarî vê pêngava azadiya gerdûnî bibin.

Em spasiya we dikin û ji we hemûyan re serkeftinê dixwazin.”