BI DÎMEN

‘Ji ber ku yekîtiya netewî ya Kurdan tune ye nikare xitabî cîhanê bike’

Prof. Hamît Bozarslan di konferansa li Berlînê de axivî, anî ziman ku Kurd ji ber ku li welatê ku lê dijîn neheqî li wan hat kirin bi dewletên din re hevkarî kirin û got: “Ji ber ku yekîtiya neteweyî ya Kurdan tune ye nikarin xitabî cîhanê bikin.”

Konferansa "Li ser cîhanê ji nû ve fikirîn: Pirsgirêk, Veguhertin û Perspektîfên Kurdî" ku ji aliyê KURD-AKAD û Civaka Azad ve li Berlînê hat organîzekirin, bi beşdariya Endamê Fakulteya Zanîngeha EHESS’ê Dîroknas û Zanyarê Siyasî Prof. Hamît Bozarslan di axaftina xwe de dersa danasîna bi sernavê "Pergala Cîhanê: Ji rewşa heyî ber bi destpêkek nû" ve hat dayîn.

Prof. Hamît Bozarslan da xuyakirin ku pergala heyî ya cîhanê dişibe salên 1930'î û diyar kir ku her çend rejîma kemalîst bi qirkirina Ermeniyan bilind bûye jî, ji ber zêdebûna faşîzma li cîhanê ev yek hatiye qebûlkirin. Bozarslan wiha got: “Rewşa niha ya cîhanê dişibin salên 1930’î. Yên ku wê demê ne demokrat bûn xwe wek demokrat dan nasîn. Mînak rejîma kemalîst li ser qirkirina Ermeniyan hat avakirin û ji aliyê faşîstê Îtalyayê Mussolînî ve hat qebûlkirin. Li Ewropayê jî faşîzma Hîtler hebû. Wê demê dewletên Ewropî ji bo ku rejîma kemalîst bi Hîtler û Mussolînî re hevkariyê neke, hevkarî kirin. Dewletên Ewropayê rejîma Kemalîst qebûl kirin.”

TIRKIYE, ÎRAN, RÛSYA BÛN MAFYA

Bozarslan bal kişand ser şibandina Îran, Tirkiye û Rûsyayê ji ber pêkhateyên xwe yên mafya û paramîlîter û wiha got: “Îro dewletên Rojhilata Navîn bûne mafya û pêkhateyên paramîlîter hene. Li Tirkiyeyê avahiyên wekî Tevgera Taybet a Jendermeyan û Tevgera Taybet a Polîsan hene. Avahiyên cîhadî hene û bûne parçeyek ji dewletê. Di wateya ku Marx behs kiriye encameke bûrjûwaziyê nîne. Ez nabêjim dewlemend nînin, hinek dewlemend hene. Li Rûsyayê olîgarş û li Îranê binyad hene. Li Tirkiyeyê çeteyek heye. Ew bi xwe civakên xwe diguherînin. Bi mejiyê civakê dilîzin. Rûsyayê got ku dê di du rojan de biqede, lê ev 700 roj in şer didome. Kes behsa xerabûna aboriya Tirkiyê nake. Îran 16 milyar dolar ji bo artêşê vediqetîne, lê kes jê napirse. Civak winda dibe, civak winda dike.”

DI NAV KURDAN DE YEKÎTIYA NETEWÎ TUNE YE

Di dawiyê de Bozarsaln bal kişand ser bandora qeyrana civakan ku dewlet bi xwe dijîn û got: “Qeyrana di salên 1980’î de hat jiyîn, îro veguherî qeyraneke civakî. Ne tenê qeyrana dewletan heye. Civak jî ji hev dûr dikevin. Perspektîfa Kurdan wê çawa be? Heke Biden li ser desthilatdariyê bimîne dikare ji bo Kurdên Rojava û Başûr rola parastinê bilîze. Her wiha Rûsya û Îran naxwazin Tirkiye li Rojhilata Navîn serdest be. Kurd bi dewletên din re hevkariyê dikin ji ber ku li welatê ku lê dijîn rastî neheqiyê tên. Di nav Kurdan de yekîtiya netewî tune. Bi taybetî jî li Iraqê. Hêzên Kurd ên pêşeng nikarin di nava xwe de hevkariyê bikin. Kurdên Rojava û Başûr jî nikarin hevkariyê bikin. Li Îranê jî wisa ye. Tevgera Jin, Jiyan, Azadî li wir nekarî bi parçeyên din re têkilî deyne. Ji ber ku Kurd nikarin werin cem hev, nikarin bi dengekî hevpar xîtabî cîhanê bikin.”