Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Em ê tecrîdê bişkînin!

Li gelek bajaran çalakiya “Deng bide azadiyê” ku bi pêşengiya malbatên girtiyan tê lidarxistin berdewam kir. Di çalakiyan de hat xwestin ku tecrîd bê rakirin.

Bi pêşengiya malbatên girtiyan, rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî li ber girtîgehan çalakiya, “Deng bidin azadiyê” hat lidarxistin. Li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û hat xwestin deng û daxwaza girtiyan were bihîstin. 

AMED 

Bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û xizmên girtiyan, di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li pêşiya Kampusa Girtîgeha Amedê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Deng bide azadiyê” hat vekirin û dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Di çalakiya ku hat astengkirin de dayikan pêşmalkên “tecrîd sucê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên MED TUHAD FED, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên saziyên sivîl û gelek xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn. 

‘EM Ê DI ÇARESERIYA DEMOKRATÎK DE ISRAR BIKIN’

Di çalakiyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axivî û da zanîn ku ev zext feydeyê ne li gelê Kurd û ne jî li gelên din ên Tirkiyeyê dikin û Şahîn bi lêv kir ku niha li seranserî welêt tecrîdek heye û wiha got: “Ev tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, gihîştiye her aliyê civakê. Tevî van hemû zextan jî em ê di çareseriya demokratîk de israr bikin. Çend roj berê em bûn şahidê bêhiqûqiyeke mezin û me doza kûmpaskirî ya Kobanê dît. Li dehan hevalên me cezayên dijhiqûqî hatin birîn. Em van cezayan jî qebûl nakin û em ê li dijî vê bêhiqûqiyê bisekinin. Heta ku ev welêt demokratîk bibe em ê berxwedana xwe bidomînin. Hûn dikarin bi mertalên xwe pêşî li rojnamevanan bigirin lê çavên cîhanê hemû li ser vir e. Em careke din vê dibêjin, heta ku tecrîd neyê rakirin welat azad nabe.”

ÊLIH

Li Êlihê jî malbatên girtiyan û nûnerên saziyan li ber Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê xwestin bi daxwaza “Deng bide azadiyê” daxuyanî bidin û çalakî li dar bixin. Polîsan bi hinceta ku li derdora girtîgehê çalakî qedexe ye destûr neda daxuyaniyê. Li ser astengiya polîsan girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” li dar xist. 

ÎZMÎR

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û pankart hat vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji tecrîdê re na û ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin. 

Hevserokê DEM Partiya Îzmîrê Mehmet Kuruş di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser hemû girtîgehan belav bûye û xwest tecrîd bê rakirin û aktorên çareserkirina pirsgirêka Kurd bikevin dewrê. 

Piştre çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 

EDENE

Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) jî li Edeneyê li ber Girtîgeha Kurkçulerê çalakî li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. 

Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bidin rakirin, deng bide azadiya aştiya civakî” hat vekirin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin. 

Hevseroka DEM Partî ya Edeneyê Hêlîn Kaya axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Tecrîd zext e, zilm e, êşkence ye, îmha ye, înkar e, şer e, birçîbûn û feqîrî ye. Li Tirkiyeyê sepanên ku xistine dewrê ji dîktatoriyê jî bihûriye. Divê em hemû li dijî vê zîhniyetê têbikoşin.” 

Piştî axaftinê girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist. 

MÊRSÎN 

Malbatên girtiyan li ber Kampûsa Girtîgeha Tarsûsê ya Mêrsînê jî daxuyanî dan. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bû. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan axivî û destnîşan kir ku tecrîd êşkence ye û got: "Tecrîda ku 25 sal in li Mêrsînê berdewam dike zilma qesrê ye. Em ê vê zilmê rakin û têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin." 

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca jî xwest her kes li têkoşîn û daxwaza girtiyan derkeve.