Ji Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî ji bo mexdûrên erdheja Japonyayê

Saziya alîkariya mirovî Heyva Sor a Kurdistanê bi hevkariya karsazên Kurd ên li Japonyayê alikariya weke xwarina germ û erzaqî da mexdûrên erdhejê yên li bajarê Sûzû ê li nîvgirava Notoyê.

Di 1’ê Çileya 2024’an de li bajarê Sûzû ê li nîvgirava Notoyê ya Japonyayê erdhejeke bi pileya 7,5’an çêbû û di encama erdhejê de 241 kesan jiyana xwe ji dest dan, 1286 kes birîndar bûn û 19 kes jî winda bûn.

Walîtiya Ishîkawayê ragihandibû ku di encama erdhejê de 12 hezar û 443 bînayan zirar dîtiye û zêdetirî 19 hezar kes jî li navendên veguhestinê dimînin.

Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku alîkariya mexdûrên erdhejê kirine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî erdhejê ji 12’ê Çileyê pê ve 3 rojan li 8 stareyan ji mexdûrên erdhejê re bi tevahî ji bo 4000 kesî xwarin hatiye dayîn. Her wiha hate diyarkirin ku di 24 û 25’ê Sibatê de jî 2 rojan ji bo 1200 kesî xwarina germ hatiye dayîn û ji bo 2000 kesî jî erzaq hatiye belavkirin.

Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku ew li Japonyaya ku gelek caran erdhej lê çêdibin, tim alîkariya mexdûrên erdhejê dike û vê yekê li ser xwe weke erk û berpirsiyariyeke mirovî dibîne.