KNK ji bo spasiyê çû serdana Şaredariya Lozanê 

KNK'ê ji ber mazûvanî û tevkariya çalakiyên bi boneya 100'emîn salvegera Peymana Lozanê hatin lidarxistin, spasiya Şaredariya Lozanê kir.

Şandeya ji Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs, endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, nûnera Têkiliyên Derve ya Konseya Kurd a Demokratîk (CDK-S) Swîsreyê Pinar Demîr, nûnerên Civaka Kurd ên Lozanê Sevgî Koyuncu, Ruken Azîk û Hayrettîn Oztekîn pêk dihat, çû serdana Şaredariya Lozanê.

KARAMÛS: PIŞTGIRIYA WE MORALÊ DA GELÊ ME

Li ser navê şandeyê Hevserokê KNK'ê Ehmed Karamûş axivî û diyar kir ku piştgiriya Şaredariya Lozanê ya ji bo çalakiyên 100’emîn salvegera Peymana Lozanê hatin lidarxistin watedar e û spasiya wan kir. Karamûs got, "Piştgiriya we moral da gelê Kurd" û li ser navê heyeta KNK'ê, plaketa spasiyê da Şaredarê Lozanê Grégoîre Junod.

JUNOD: KURD LI LOZANÊ GIRSEYEKE BI BANDOR IN

Junod dema plaket qebûl kir axaftinek kir. Şaredar Junod diyar kir ku di vê pêvajoyê de hemû gelên ku di Peymana Lozanê de zirar dîtine bên bibîranîn û ji ber vê yekê daxwaza pîrozbahiyê ya Tirkan red kirin û got, "Dewleta Tirk xwest çalakiyên salvegera 100’emîn pîroz bike. Lêbelê, me tercîh kir ku çalakiyên bîranînê organîze bikin. Ji ber ku ev peyman ji bo Kurd, Ermen û Yewnanan bû sedema trajediyên mezin. Girîng bû ku ev çalaki bi rengê bîranînê pêk bihata. Beşên civakê yên ku ji peymanê zirar dîtine xwe di van bûyeran de dîtin. Demeke dirêj e bi Kurdan re têkiliyên me hene. Em bi nûnerên wan ên hilbijartî re di nava diyalogê de ne. Me nizanîbû em ê pêşî çi bikin.”

‘WE MÎNAKA XEBATEKE DEMOKRATÎK NÎŞAN DA’

Junod bal kişand ku konferansa ku di 100’emîn salvegera Peymana Lozanê de ji aliyê Kurdan ve hatiye organîzekirin. Junod diyar kir ku ew ji bo xebatên bi KNK'ê yên pêşerojê re vekirî ne û wiha berdewam kir: “KNK û hemû Kurdên di nava rêxistinê de bi xebatên xwe bûne mînak. We bi konferansa li dar xist, Kurdan anîn cem hev. Ji ber ku çar parçeyên Kurdistanê li vir bûne yek, em hestiyar û kêfxweş bûn. Di destpêka organîzasyonê de Tirkan ji me re gotin ku bi Kurdan re nexebitin. Wan we wek teror bi nav kirin, lê em tu carî nebûn şahide tiştekî wiha. Berovajî we mînaka xebata demokratîk nîşan da.”

ÇI BÛBÛ?

Bertekên Kurdistaniyan ên li hemberî Lozanê di 100 saliya wê de gihişt lûtkeyê. Di navbera 22 û 23’ê Tîrmeha 2023’an de bi pêşengiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi sedan delege, nûnerên partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, nûnerên saziyên sivîl, nivîskar û rewşenbîr jî di nav de, Konferansa Kurd li dar xist. Axaftina destpêkê Şaredarû Lozanê Grégoîre Junod kir.