BI DÎMEN

Şehîdên Gulanê li Marsîlya û Hambûrgê hatin bibîranîn

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê Şehîdên Gulanê bi çalakiyan hatin bibîranîn.

BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ

Komîteya Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê li bajarê Marsîlya yê Fransayê bernameyek li dar xist.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û sînevîzyona li ser jiyana yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer, şehîdên berxwedana zindana Amedê û gerîlayên di meha Gulanê de şehîd bûn, hate pêşandan.

Nûnerên li ser navê Meclîsa Marsîlyayê axivîn, girîngiya Şehîdên Meha Gulanê vegotin û destnîşan kirin ku ew ê bibin şopdarên mîrateya ku li pey xwe hiştine.

Bernameya bîranînê bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

HAMBÛRG

Komîsyona Malbatên Şehîdan a DKTM'ê ji bo Şehîdên Meha Gulanê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê çalakiyeke bîranînê li dar xist. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan, siyasetmedar Îhsan Mereto axivî û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li têkoşîna şehîdan.

Xwişka yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş Ayten Dûrmûş jî diyar kir ku şehîdbûn tê wateya vejîna gelê Kurd û got, "Em deyndarê şehîdên rûken in.”

Yeter Bîlecan û Hacî Ramazan Ertek jî di bîranînê de li ser şehîdan axivîn û helbestên ku behsa şehîdan kirin xwendin.