Li Berlînê konferansa ‘Zehmetî, Derbasî û Perspektîfên Kurdan'

Li Berlînê konferansa 'Jinûve Fikirîna Cîhanê: Zehmetî, Derbasî û Perspektîfên Kurdan' tê lidarxistin.

Li Berlînê konferansa 'Jinûve Fikirîna Cîhanê: Zehmetî, Derbasî û Perspektîfên Kurdan' tê lidarxistin. Konferans ji aliyê KURD-AKAD û Civaka Azad ve tê organîzekirin.

Ji KURD-AKAD'ê Dersîm Dagdeviren axaftina vekirinê kir û got, "Em ê di van du rojan de li ser têkiliyên Elmanya-Tirkiyeyê bisekinin. Pêvajoya ku di 7'ê Cotmehê de dest pê kir, îro hatiye qonaxeke girîng. Kurd jî xwedî roleke girîng in. Di Rojhilata Navîn de rola me heye. Em ê li ser pirsgirêka Kurd jî bisekinin. Em ê nêrînên cuda jî nîqaş bikin. Rêveberiya Xweser perspektîfek nû pêşkêşî me dike. Mînaka ku em Kurd dikarin di modeleke cîhanî de bi gelên cuda re  bi hev re bijîn, pêşkêşî me dike.”

Konferans bi pêşkêşiya endamê Fakulteya Zanîngeha EHESS a Fransayê dîroknas û zanyarê Siyasî Prof. Hamît Bozarslan a bi navê 'Pergala Cîhanê: Ji rewşa heyî ber bi destpêkek nû' dewam dike.

BERNAMEYA KONFERANSÊ

Di roja yekem a konferansê de panela ’Ma 3’yemîn Şerê Cîhanê? Nirxandin û Senaryo' bê lidarxistin.

Di rûniştina ewil a panelê de ji Dibistana Têkiliyên Navneteweyî ya Dr. Amy Austin Holmes  wê ‘Perspektîfa DYE’yê Nîzama Cîhanê' biaxive. Paşê, ji Zanîngeha Bonnê ya Elmanyayê Dr. Andreas Heinemann-Gruder dê li ser ‘Elmanya û Pergala Cîhanê: Berjewendî û Nirx - Siyaseta Derve ya Elmanyayê’ biaxive. Di heman rûniştinê de Rojnamevana Elman Krîstîn Helberg wê bi sernavê 'Rojhilata Navîn a li ber teqînê: Xetên Pevçûnê û Nîşaneyên wê’ rewşa Rojhilata Navîn binirxîne. Di vê rûniştina konferansê de nakokiyên Rûsya û Ukraynayê ku ji Sibata 2022’yan û vir ve didome, wê ji aliyê rojnamevan Anastasia Tîxomîrova ve bi sernavê ‘Rûsya, Ukrayna û NATO: Pevçûnên Kevin – Stratejiyên Nû’ were nirxandin. Rûniştina bi moderatoriya rojamevan û senarîstê Swîsreyî Edgar Hagen tê payîn ku bi pirs û bersivan bi dawî bibe.

Dîsa rojnamevan Hediye Levent dê bi sernavê 'Rojhilata Navîn: Şer û Xetên Pevçûnê Dibin Siya Şerê Ukraynayê de' li ser bandora şerê Ukraynayê ya li ser Rojhilata Navîn şîrove bike. Valeria Hänsel ji Medico International a Elmanyayê dê li ser 'Di Encama Zêdebûna Krîzên li Rojhilata Navîn Guherîna Demografîk, Krîza Penaberan û Destwerdanên Elmanya û Ewropayê' şîrove bike. Panelîsta dawî ya rûniştina duyemîn a panelê wê rojnamevan Sara Aktaş be û bi sernavê 'Welatên Rojhilata Navîn û Kurdistan: Dijminên Yekgirtû' li ser êrîşên hevpar ên dewletên Rojhilata Navîn ên li ser Kurdistanê biaxive.

Di roja duyemîn a konferansê de wê panelek ku ji du rûniştinan pêk tê bi navê “Elmanya, Tirkiye û Kurd” bê lidarxistin. Rûniştina ku wê bi moderatoriya rojnamevan Susana Santina pêk bê, endamê Zanîngeha Akkon a Berlînê, zanyarê siyasî Prof. Kenan Engîn wê qala 'Koçberiya Kurdan a Zêdetirî 100 Salî li Elmanyayê: Nêrîneke Giştî' bike. Endamê Fakulteya Zanîngeha Potsdamê, dîroknas Dr. Zeynep Turkyılmaz dê di heman rûniştinê de behsa 'Têkiliyên Elmanya-Tirkiye: Têkiliyên Dîrokî, Nakokî û Stratejî' bike. Ji Enstîtuya Karûbarên Navneteweyî û Ewlekariyê ya Elman Sînem Adar wê bi sernavê 'Pêwendiyên Elmanya-Tirkiye: Di Neynika Polîtîkaya Derve de Paradîgmayên Duh û Îro’ pêşkêş bike. Aktîvîstê mafên mirovan Yilmaz Kaba dê balê bikişîne ser elmanya û pirsgirêka Kurd. Kaba wê bi sernavê 'Almanya û Pirsgirêka Kurd: Çîrok û Rastî' biaxive.

Di rûniştina duyemîn a panelê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Prof. Dr. Mithat Sancar wê bi sernavê 'Demokrasiya li Tirkiyeyê: Restıtutıo Ad Integrum (Restorasyona rewşa şirûştî) an Destpêkek Nû' binirxîne.

Şêwirmendê Polîtîkayên Derve yê Koma Meclisa CDU/CSU ya Bundestagê Hennîng Speck dê bi sernavê "Têkiliyên Elmanya-Tirkiyeyê tên Ceribandin" de têkiliyên TirkiyeEAlmanyayê binirxîne.

Endama Komeleya Demokrasî û Hiqûqê ya Navneteweyî Maf-Dad û hiqûqnas Dîlan Akdogan wê bi sernavê ‘Di têkiliyên Tirk-Elman a qada gengeşiyê de Kurd' ev bandoreke çawa li têkiliyên Kurdan a i Tirk-Elmanan dike wê binirxne.

Panela dawî ya konferansê wê bi sernavê ‘Di nîzama nû ya cîhanê de: ajoyên nû û perspektîf’ bê organîzekirin. Bi moderatoriya endama Zanîngeha Gießen Elmanyayê Prof. Dr. Christine Low panel bşê lidarxistin. Şêwirmenda Bilind a Weqfa Berghof a Elmanyayê Veronique Dudouet dê mijara 'Pergala Nû: Stratejiya Aştiyê - Berxwedan û Berxwedan' binirxîne.

Tora Akademîsyenên Kurd Kurd-Akad Doktor Dersim Dagdeviren dê bi sernavê 'Ji Dirûşmê Ber Bi Çareseriyê: Perspektîfên Jin, Jiyan û Azadî' pêşkêş bike.

Di panelê de Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah wê qala rêveberiya xweser weke "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Modela Herêmî - Vebijêrka Navneteweyî" dikare ji bo pergala heyî bibe model, bike. Axaftvana dawî ya panelê berdevka Komîteya Polîtîkaya Derve ya KNK'ê Nîlûfer Koç wê li ser mijara 'Şikandina Girêka Gordîon: Çareseriya Pirsgirêka Kurd - Hêviyên Elmanyayê' biaxive.