CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re roportaj kir hat girtin
Hêzên Îranê, rojnamevan Nazîla Marûfiyan a roportaj bi bavê Jîna Emînî re kir li Tehranê destgîr kir û şand Girtîgeha Evînê. -
Raperîna 'Jin, Jiyan, Azadî' di roja 50'î de ye
Çalakiyên şermezarikrinê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kete roja 50'î. Li gel qetilkirina bi sedan kesî û girtinê jî gel li ser piyan e. -
Kore yên Başûr û Bakur bi sedan balafirên şer li hember hev rakirin
Koreya Başûr ragihand ku wan tespît kirine ku Koreya Bakur 180 balafirên şer xistiye nava liv û tevgerê û weke bersiv jî wan 80 balafirên şer amade kirine. -
Serokwezîrê berê yê Pakistanê di sûîkastekê de birîndar bû
Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Han li bajarê Lahorê di mîtîngekê de, di êrîşekê de birîndar bû. -
13 jê zarok 20 penaber di behrê de xeniqîn
Li Behra Egeyê keştiya penaberan noqî avê bû. 13 jê zarok 20 penaber xeniqîn. Herî kêm 30 penaber jî winda ne. -
‘Destdirêjiyê Tirkiyeyê zêde bûye, divê pêşî lê bên girtin’
Li ser êrîş û destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê helwest tên nîşandan. Serokkomarê Iraqê Reşîd li Komkara Ereban got: “Bendavên Tirkiye û Îranê li ser ewlehiya Iraqê bûne metirsî.” -
Xwendekar li zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li qadan e
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di xwepêşandanan de xwendekar bi roleke diyarker radibin. Li gorî daneyên dawî yên Saziya Mafên Mirovan a Îranê heta niha 277 kes hatine qetilkirin. -
Rûsya wê ‘delîlên’ têkildarê êrîşê bide Îngilistanê!
Rûsya wê têkildarê êrîşa ku servîsên îstixbarata Îngilîz li Kirimê li dijî keştiyên Rûs pêk anî, “delîlan” bide Sefaretxaneya Îngilîz. -
Li gorî Erebistana Siûdî, Îran xwe ji bo êrîşê amade dike
Li gorî îstîxbarata ku Erebistana Siûdî bi DYE'yê re parve kir, Îran amadekariyê dike ku Qraliyeta Siûdî bombe bike. DYE'yê jî diyar kir ku ew ê ji bo parastina hevalbendên xwe 'teredût' neke. -
Bakur û Başûrê Koreyê fuze avêtin hev
Bakur û Başûrê Koreyê fuze avêtin hev. Pyongyangê zêdeyî 10 fuze avêtin, yek ji wan sînorê deryaya navbera herdu welatan derbas kir. -
Piştî ku li Îranê tundiya polîsan hat dîtin, lêpirsîn hat destpêkirin
Piştî dîmenên ku hatin dîtin, polîsên Îranê bi awayekî hovane li kesekî dixin û gelek caran bi motorsîkletê di ser wî re derbas dibin, lêpirsîn hat destpêkirin. -
Bolsonaro hêj têkçûna xwe qebûl nekiriye
Serokkomar Jaîr Bolsonaro yê zêde rastgir ê di hilbijartina roja Yekşemiyê ya Brezîlyayê de bi bin ket, hêj têkçûna xwe qebûl nekiriye. Alîgirên Bolsonaro, rê girtin. -
Rûsya: Kraliyeta Yekgirtî sabotaja li hemberî xeta boriya gazê koordîne kir
Li gorî Qesra Kremlînê Kraliyeta Yekgirtî di meha Îlonê de êrîşa li dijî xetên boriyên gazê yên Nord Stream 1 û 2 koordîne kiriye. -
Li Fîlîpînê di bahozê de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Fîlîpînê di bahoza Nalgaeyê de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê bê navber didomin
Xwepêşandana piştî qetilkirina Jîna Emînî ku belavî hemû bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bûn, bê navber dewam dike. Di demê dawî de çalakiyên xwendevanan ên li zanko û peymangehan zêdetir bûn. -
Li Fîlîpînê hejmara qurbaniyên bahozê bû 98 kes
Li Fîlîpînê ji ber bahoza Nalgaeyê, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 98 kesî. -
Lula da Silva yê çepgir li Brezîlyayê bû serokkomar
Li Brezîlyayê di hilbijartinên serokkomariyê de ku roja Yekşemê pêk hat, namzetê çep Luiz Inacio Lula da Silva bi ser ket. -
Karên giran ên li pêşiya Sûdanî!
Xizmetguzarî ji bo civakê, pêkanîna aramî-parastina serweriya Iraqê, pêşîgirtina êrîşên Tirkiye-Îran, erêkirina xweseriya Şengalê, avadankirina Iraqê-bihevre jiyîna hemû pêkhateyên Iraqê û gelek mijarên din ên giran li ber Sûdanî ne. -
Li Hindistanê pir hilweşiya: 120 kes mirin
Li eyaleta Gujaratê ya li rojavayê Hindistanê pira li ser çemekî hilweşiya. Herî kêm 120 kes mirin. -
Xwendekar bûne beşek mezin a serhildana li Rojhilat û Îranê
Xwendekar ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dadikevin qadan, bûne beş û hêzeke mezin a serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’. -
Serokkomarê Lubnanê Aoûn îstifa kir
Serokkomarê Lubnanê Michl Aoûn ji ber ku partiyên siyasî li ser hilbijartina serokkomarê nû li hev nekirin, îstifa kir. -
Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin
Serhildan û raperîna bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguherî şoreşeke jinê li ber êrîşên hêzên dewleta Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dike. -
Li Bexdayê ji ber teqînekê 9 kes mirin
Li Bexdayê ji ber teqîna tankereke sotemeniyê 9 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn. -
Li DYE girtiyekî bêsûc piştî 38 salan hate berdan
Li DYE kesekî ku ji ber cînayetê 40 salan di girtîgehê de bû, piştî mînaka DNA’yê derket holê wî ev cînayet nekiriye hate berdan. -
Li Elmanyayê ji sala 1951’î heta niha enflasyona herî bilind ranebûye
Li gor daneyên dawîn ku li Elmanyayê hatin eşkerekirin enflasyon, ji sala 1951’î heta niha gihiştiye asta herî bilind.