Raperîna 'Jin, Jiyan, Azadî' di roja 50'î de ye

Çalakiyên şermezarikrinê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kete roja 50'î. Li gel qetilkirina bi sedan kesî û girtinê jî gel li ser piyan e.

Li Îranê di nava 15 salan de gelek tevgerên civakî destpê kiribin jî tevgera gel a bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, ji gelek aliyan ve cuda ye.

'Tevgera kesk' ku sala 2009'an ji ber 'hilbijartina cihê nîqaşê' destpê kir, 15 rojan dewam kir. Di 'Mijdara bi Xwîna' a sala 2019'an de li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî 1500 kesî jiyana xwe ji dest dan. Çalakiyan çend rojan dewam kirin. Her tevgera civakî bi nerazîbûnekê destpê kiribin jî bi giranî nîşaneya hêrsa li dijî rejîmê ne. Rejîm jî li şûna ku bersivê bide daxwazên çalakgeran, her carê xwe hîn bêhtir ji guhertinê dûr xist.

Tevgera gel a heyî ku weke "Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî" tê pênasekirin, zêdeyî heft hefte ne dewam dike. Çalakî di nava vê pêvajoyê de bi rengê cuda yên mîna grevê dewam kir.

Di nava vê tevgerê de ji her beşa civakê jin, xwendekarên zanîngeh û lîseyan, reformxwazên marjînalkirî, muxafazakar, muxalîfên siyasî, yekîtiyên sendîkayî, çînên dezavantajî cih digirin. Kurd ji destpêkê ve bi pêşengiya çalakiyan radibin. Belûc û Ereb jî tevlî tevgerê bûn. Ev tevgera civakî ya nû li Ewropa û Emerîka Bakukr dîaspora Îranê jî xiste nava liv û tevgerê. Li dijî rejîmê, kombûna hêrsê ye.

Roja Pêncşemê ku roja 49'an a raperîna gel e, bi taybetî ji ber çil rojiya şîna gelek çalakgerên hatin qetilkirin, çalakiyên mezin ên şermezarkirinê û bîranîn hatin lidarxistin.

Li bajarê Şabad ê eyaleta Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, ji ber çil rojiya şîna ciwan Saîd Mûhammed, bi sedan kes tevlî çalakiya bîranînê bûn.

Li bajarên Sine, Seqiz, Bane, Kamyaran, Merîwan, Bokan, Mahabad, Ûrmiye, Bijar û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan çalakî hatin lidarxistin.

Yek ji çalakiyên herî mezin li bajarê Kerecê yê nêzî Tehranê pêk hat. Çalakgeran rê û kolan li trafîkê girtin. Çalakî ji ber çil rojiya şîna çalakger Hedîs Necefî û Parsa Rezadust hatin lidarxistin ku li Kerecê hatin qetilkirin.

Li bajarê Fuladşehir ê Îsfahanê jî ji ber çil rojiya şîna çalakgerekî çalakî hate lidarxistin.

Her wiha li tehran, Meşhed, Raşîd, Amol û Fesayê jî gel dakete qadan.

Çalakiyên şermezarkirinê 16'ê Îlonê piştî ku jineke ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve li Tehranê hate qetilkirin, destpê kirin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên muxalîf heta niha ji 200 heta 450 kesî di xwepêşandanan de hatine qetilkirin, ji 10 hezar heta 25 hezar kes jî hatine destgîrkirin. Li xwepêşandêrên hatin darizandin li 6 ji wan cezayê îdamê hate birîn.