‘Destdirêjiyê Tirkiyeyê zêde bûye, divê pêşî lê bên girtin’

Li ser êrîş û destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê helwest tên nîşandan. Serokkomarê Iraqê Reşîd li Komkara Ereban got: “Bendavên Tirkiye û Îranê li ser ewlehiya Iraqê bûne metirsî.”

Dewleta Tirk a dagirker bê navber êrîş û dagirkeriya xwe ya li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê kûr dike. Tirkiye hem bi avê û hem jî bi êrîşan zextên mezin li Iraqê dike. Li ser vê yekê jî bê navber tevgerên balafirên şer û drona li ser Başûrê Kurdistan û Iraqê difirin. Serweriya Iraqê û ewlehiya wê binpê dikin.

‘GIRTINA AVÊ METIRSIYÊ ÇÊDIKE’

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd di 31. Kongreya Lûtkeya welatên Ereb ya li Ceyazîrê de pêk tê de axivî û diyar kir ku bendavên Îran û Tirkiyeyê yên li ser avên diçin li ser rûbarên diherikin Iraqê çêdikin, bûne sedema metirsiya li ser ewlehiya ava Iraqê û daketina asta ava Iraqê. Reşîd got: “Hêvîdarin ku çavkaniya avê li Iraqê pêşbikeve. Herwiha guftûgo li gel Tirkiyeyê û Îranê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê hebe.”

‘NIYETA TIRKIYE XIRAB E’

Li aliyê din Serokeşîrê eşîra ‘Bedûr’ Şêx Hisam Fehîd li ser mijarê ji Rojnewsê re axivî û got: “Eşîra me her cûre destwerdanên ji aliyê welatên cîran ve li ser serweriya Iraqê bê pêkanîn red dike. Niyeta dewleta Tirkiyeyê ya li ser Şengalê xirabe, ji ber wê rojane êrîşî ser Şengalê dike û dibe sedema şehîdbûna welatiyan.”

‘DESTGIRÊJÎ DEWAM BIKIN EW Ê HELWESTÊN CUDA NÎŞAN BIDIN’

Her wiha Ofîsa cîgirê yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand ku Cîgirê Yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî duh li Bexdayê bi balyozê dewleta Tirk yê Iraqê Elî Riza Guney re civiyaye. Li gorî daxuyaniya Ofîsa Cîgirê Yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihandî, di civînê hatiye gotin, ger dewleta Tirk di destdirêjiya xwe û qutkirina avê de dewam bike, ewvê helwestek cûda nîşan bidin. Herwiha hate gotin ku behsa rêyên bilindkirina alîkariya hevbeş ya nava her du welatan de hatiye kirin.