Karên giran ên li pêşiya Sûdanî!

Xizmetguzarî ji bo civakê, pêkanîna aramî-parastina serweriya Iraqê, pêşîgirtina êrîşên Tirkiye-Îran, erêkirina xweseriya Şengalê, avadankirina Iraqê-bihevre jiyîna hemû pêkhateyên Iraqê û gelek mijarên din ên giran li ber Sûdanî ne.

Piştî xwepêşandanên sala 2017’an li Qada Tehrîr a paytexta Iraq Bexdayê şûnde gel daxwaza xizmet, dîsa diyar kirin ku hikûmeta heyî ne ji bo gel e, diz û gendel e û nelirêtiyan dike. Li gorî hiqûqê diviya bû Îlona 2017’an hilbijartin bihata kirin, lê ji ber krîza ‘referandûma serxwebûnê’ û dîsa hinceta şerê li dijî DAÎŞ’ê ev hilbijatin ji bo çend mehan hate taloqkirin û Kanûna 2017’an pêk hat. 

Li ser vê yekê gel ev yek qebûl nekirin û ji bo hikûmeteke demkî û heta ku hilbijartinek pêk bê, 6’ê Adara 2020’ê Mustefa El Kazim ji bo Serokwezîrtiyê û Berhem Salih jî ji bo erka Serokkomariyê hatin wezîfedarkirin. Ev yek bi vî rengî destpê kir û heta 10’ê Cotmeha 2021’ê dom kir. 

KRÎZA HIKÛMETÊ SALEKÊ BÊ NAVBER DOM KIR

Ev hilbijartin jî li gorî pêwîst pêk nehat û rêjeyek pir kêm xelkê herêmê çûn ser sinduqan û dengê xwe bikar anî. Gel nîşandan ku ew ne nûnerên rasteqîn ên gelin. Her çiqasî aliyên siyasî guh nedan vê peyama gel, saleke bi krîz a avakirina hikûmetê di navbera aliyên Şîa de ku di nava xwe de li hev nedikirin û aliyên Sûnî û her wiha Kurd de ku ew jî di nava xwe de yek nebûn , derbas bû. 

PIŞTÎ SALEKÊ REŞÎT LETÎF BÛ SEROKKOMAR Û FERMANA HIKÛMETÊ DA MIHEMD ŞIYA SÛDANÎ

Saleke krîza avakirina hikûmetê dom kir. Herî dawî 13’ê Cotmehê Reşîd Letîf ku weke namzetê PDK’ê û Çarçoveya Hemahengî ku bûn aliyê herî xurt ên avakirina hikûmetê hat hilbijartin û Letîf jî demildest erka Serokwezîrtiyê jî radestî Mihemed Şiya Sûdanî ku namzetê Çarçoveya Hemahengî ya ku li ser li hev kiribûn kir. 

SÛDANÎ HIKÛMETA XWE YA NÛ AVA KIR

Piştî vê yekê Sûdanî ji bo avakirina hikûmetê zendûbendên xwe ba da. Herî dawî kabîneya xwe ya nû ku ji 21 kesî pêk tê, piranî hema bêje dest bi kar kirin. Li vir a qedera wê ji yên din ne cuda ew e ku temenê kabîneya Sûdanî pir kin dixuyê ye; dibe ku hilbijartineke din a pêşwext bê kirin. 

Niha pêvajoyeke giran li pêşiya Sûdanî heye ku hem divê krîzên hikûmeta berê ya Mustefa Kazimî û dîsa nakokiyên navxeweyî yên partî û aliyan, hem jî parastina serwerî û pêşîgirtina dizî, gendelî û nelirêtiyê bike. Ev yek jî bi serê xwe krîzên kûr in ku welat ber bi talan û wêraniyê dibe.

Di dema hikûmeta Mustefa Kazimî de serweriya xaka Iraqê û qada hewayî derbekî kuştinê lê ket. Ji ber bê serwerbûnê di êrîşên hewayî û bejahî yên Tirkiye û Îranê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha eşkerebûna diziya sedsalê ku tê gotin 2 milyar û nîv dolar hatiye dizîn, belgeya şikestina Kazimî îspat kir. Li aliyê din bi her awayî peyman li gel dewleta Tirk a dagirker hate kirin û bi vê yekê re qada serwerî û aramiya Iraqê kete bin gefa balafir û êrîşên dewleta Tirk û Îranê yên dagirker. Her wiha yek ji peymanên Kazimî a ligel PDK û Tirkiyeyê îmze kirî, peymana 9’ê Cotmeha 2020’ê ya li dijî civaka Êzidî û statuya Şengalê bû. 

HEVKARIYA KAZIMÎ KOMKUJIYA PEREX BI XWE RE ANÎ

Mustefa Kazimî vê pêvajoya borî temamî li gel Tirkiye di nava îtifaqan de bû û rê li ber kiryarên mezin ên texrîbatî li ser xaka Iraqê pêk hat. Rojane balafir ji Şengal bigire heta Mexmûr û herêmên bi nakok bê navber difire. Dîsa yek ji trajediya herî giran a xelkê Iraqê ev bû ku 20’ê Tîrmehê li seyrangeh Perexê pêk hat. Di êrîşa Tirkiyeyê de jin û zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin û bi kêmanî 30 kes jî birîndar bûn. 

SOZÊN SÛDANÎ: WELAT AVA BIKE, XIZMET, EWLEHÎ, ARAMÎ…

Niha divê hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî bi van pirsgirêk û dîsa mijara herî esasî xizmetkirina gelê herêmê û dabînkirina aramiyê pêk bîne. Sûdanî dema erka xwe girtibû ev peyam dabû; “Ez soz didim hikûmeteke bihêz ku bikare welat ava bike û xizmeta welatiyan û ewlehiyê bike û aramiyê biparêze ava bikim, her wiha peywendiyên navneteweyî yên hevseng jî ava bikim.” 

KARÊN LI PÊŞIYA SÛDANÎ

Ji peyama wî jî dixuyê ku barek giran û pêvajoyek giran li pêşiya wî ye. Li vir ji bo Sûdanî bikare baş pêvajoyê birêve bibe, divê gava yekem xizmetê ji bo civakê bike, baweriya civakê qezenc bike. Piştî wê hêzê û aliyên bandorê li ser desthilat û rêveberiya siyasî ya Iraqê dike kêm bike, hêzên biyanî di serî de Tirkiye ji xaka Iraqê derxîne ku bi salan e ev daxwaza gel e. Dîsa bikare serwerî û aramiya xaka Iraqê li gel hemû pêkhateyên li nav dijîn pêk bîne. 

BERSIVA HIKÛMETA NÛ YA JI BO XWESERIYA ŞENGALÊ WÊ ÇI BE?

Mijareke din a herî zêde girîngî jê re bê dayîn, mijara civaka Êzidî û xweseriya wê ye. Ji ber ku trajediya 2014’ê ya DAÎŞ’ê rê li ber birînên pir kûr ku ti demê neyên dermankirin vekir, çareseriya herî guncav ji bo careke din ev civak bi qirkirinê re rû bi rû nemîne, pêwîste weke herêmek xweser û serbixwe bê pêkanîn. Mafê Êzidiyan ên hem siyasî û hem jî leşkerî di bin banê Iraqê de bên parastin. 

JI BO SÛDANÎ TEMENÊ HIKÛMETA XWE DIRÊJ BIKE, DIVÊ TEQEZ PÊŞIYA TIRKIYEYÊ BIGIRE

Ji bo Sûdanî bikare kabîneya xwe heta hilbijartinek din li ser lingan bigire, divê van mijaran baş lêkolîn bike û bê ku dem winda bike, bikeve nava xebatê. Bi hemû pêkhate û aliyên siyasî yên Iraqê re bicive, bername û projeyeke xurt a hemû pêkhate, ol, bawerî û reng bikarin xwe di nav de bibînin diyar bike û wisa bikeve ser kar. 

Bi taybet hemû hewldan bê dayîn ku destê Tirkiye yê li ser herêmê bê kurtkirin. Bi taybet hebûna Tirkiye ya li Kerkûkê û gelek deverên din ên Başûrê Kurdistanê, dîsa êrîşên li ser sînor û binpêkirina serweriya xaka Iraqê. Tirkiye bê ku biveşêre, diyar dike ku Kerkûk ya Tirkiyê ye. Mûsil yek ji navenda berê yê Osmaniyan e. Weke mîrateya xwe dibînin. Eger ku Sûdanî nikaribe pêşiya van êrîşan bigire wê ferqa wî ji hikûmeta Kazimî nemîne û temenê wê heta ji hikûmeta Kazimî kintir be. 

Niha û şûnde çav li hikûmeta nû ya Mihemed Şiya Sûdanî ye, bê ka wê bikare daxwazên gelê Iraqê pêk bîne ya na? Sûdanî wê bikare soza xwe ya pêkanîna aramiyê li Iraqê pêk bîne? Her wiha wê bikare destê Tirkiye ya li ser xaka Iraqê kurt bike û dawî li êrîşan bîne? Ev pirs û gelek pirsên din wê bi demê re ji hewldanên Sûdanî xuya bike.