Rûsya wê ‘delîlên’ têkildarê êrîşê bide Îngilistanê!

Rûsya wê têkildarê êrîşa ku servîsên îstixbarata Îngilîz li Kirimê li dijî keştiyên Rûs pêk anî, “delîlan” bide Sefaretxaneya Îngilîz.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaharova di daxuyaniya da çapemeniyê de, wiha got: “Jê tu şik û guman nîn e ku servîsên veşarî yên Îngiliz di nav de ne“ Zaharovayê, îşaret bi êrîşa ku di dawiya meha Cotmehê li Deryaya Reş li dijî keştiyên Rûs hat kirin û sabotaja meha Îlonê li dijî boriyên xeta gazê hat kirin, kir.

Zaharova got: “Wê bang li sefîrê Îngilîz bê kirin û hêmanên pêwîst bên dayîn. Wê têkildarê hêmanên ku wê weke delîl bidin Îngilîzan, raya giştî bê agahdarkirin.”

Qesra Kremlînê berspiryarê teqînên ku li Deryaya Baltik a Kraliyeta Yekgirtî li dijî xetên boriya gazê ya 1 û 2 çêbûne, tê dîtin. Xetên boriyê ku ji bo gaza Rûsyayê pê biçe Ewropayê, hatibû çêkirin.

Pisporên Îngilîz, artêşa Rûs bi êrîşa ku di dawiya meha Cotmehê li bêndera Sebastopol a Kirimê ya bi droneên Ûkraynayê li dijî fîloyên Rûs çêbûn, sûcdar dike.

Moskovayê heta niha têkildarê van êrîşan delîlên ku gotiye di destên wî de ne, eşkere nekirine.

Wezîrê Karên Derve yê Îngiliz James Cleverly, di daxuyaniya ku roja Duşemê da de, got ku sûcdarkirina Moskovayê dûrê rastiyê ye û destnîşan kir ku armanca wê ew e ku ji ber binketina Rûsan a di qada şer de, balê bibe bi ser aliyekê din ve.

Ev bi salan e têkîliyên di navbera Moskova û Londonê de xirab in, lê bi şerê Ûkraynayê re veguherî krîza eşkere. London, bi awayekê eşkere piştgiriyê dide Kîevê û tev li cezayên li dijî Moskovayê jî dibe.