Kore yên Başûr û Bakur bi sedan balafirên şer li hember hev rakirin

Koreya Başûr ragihand ku wan tespît kirine ku Koreya Bakur 180 balafirên şer xistiye nava liv û tevgerê û weke bersiv jî wan 80 balafirên şer amade kirine.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Koreya Başûr mezintirîn tatbîqata hevpar a dîrokê dikin. Koreya Bakur jî 180 balafirên xwe yên şer li qada xwe ya hewayî xiste nava liv û tevgerê.

Di daxuyaniya Koreya Başûr de hate gotin, "Leşkerên me nêzî 180 balafirên şer ên Koreya Bakur tespît kirine."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Koreya Başûr jî 80 balafirên şer amade kiriye ku balafirên bi tîpa F-35A jî di nav de hene.

Heman çavkanî diyar kir ku balafirên ji bo tatbîqata bi DYE'yê re hatine amadekirin, ji bo rabûnê jî amade ne.

Rojên dawî aloziya navbera herdu welatan zêde bû. Koreya Bakur sibeha Pêncşemê fuzeya balîstîk a ji bo parzemînan ceriband. Seul û Washingtonê biryar dan ku tatbîqata hevpar heta Şemiyê dirêj bikin.