Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journal, Erebistana Siûdî îstîxbarat daye DYE'yê ku Îran dikare di her kêliyê de bombeyan li Qraliyeta Siûdî û paytexta Herêma Kurdistana Federal Hewlêrê bibarîne.
Di çarçoveya van agahiyan de gelek welatên cîranê Îranê hêzên xwe yên leşkerî xistin nava alarmê.
Li gorî nûçeya AFP'ê, berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya DYE'yê got, "Ji bo berjewendiyên xwe û parastina hevalbendên xwe yên li herêmê em ê teredût nekin ku bikevin nava liv û tevgerê."
Berdevk got, "Em ji dîmenê gefê bi fikar in, bi qenalên îstîxbaratê û leşkerî yên Siûdî re timî di nava têkiliyê de ne."
Di êrîşa muxalizên şoreşê yên Îranê de ku dawiya meha Îlonê bi drone û fuzeyan li Başûrê Kurdistanê kir, 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 58 kes jî birîndar bûbûn. Di êrîşan de bi taybetî hêzên Rojhilatê Kurdistanê hatibûn hedefkirin û bombardûman li gelek qadên sivîl hatibû kirin.