Li Hindistanê pir hilweşiya: 120 kes mirin

Li eyaleta Gujaratê ya li rojavayê Hindistanê pira li ser çemekî hilweşiya. Herî kêm 120 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya polîsên xwecihî, di dema hilweşîna pirê de li ser pirê û derdora wê 500 kes ji bo pîrozbahiya olî hebûn, ku jin û zarok jî di nav de bûn.

Şefê polîsan ê bajarê Morbi P. Dekadaviya ragihand ku pir nîvê şevê hilweşiya û heta niha 120 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Şefê polîsan got, "Dibe ku bîlanço girantir bibe" û anî ziman ku karê lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike.

Pira ji 233 metreyî ya li ser çemê Machchhu pirek ji dema mêtingeriya Îngiliz mabû. Piştî karên bi mehan li ser hate kirin, beriya demeke kurt ji bo bikaranînê destûr hatibû dayin.

Li gorî qenala televîzyonê ya NDTV, 7 mehan karê sererastkirinê li ser pirê hate kirin û roja Çarşemê bêyî ku sertîfîkaya ewlehiyê ji rayedaran werbigire, ji bo bikaranînê hatibû vekirin.

Li Hindistanê, di serî de pir avahiyên neçê timî dibin sedema qezayan.

Sala 2016'an li bajarê Kolkata yê li rojhilatê Hindistanê, pireke li ser kolanekê hilweşiya bû û herî kêm 26 kes miribûn.

Sala 2011'an li nêzî bajarê Darjeelingê yê li bakur rojhilatê welêt pirek dema ku beşdarên festîvalê li ser bûn hilweşiya bû. Herî kêm 32 kes miribûn.