Xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê bê navber didomin

Xwepêşandana piştî qetilkirina Jîna Emînî ku belavî hemû bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bûn, bê navber dewam dike. Di demê dawî de çalakiyên xwendevanan ên li zanko û peymangehan zêdetir bûn.

Xwendekar bûne pêşengên serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê. Li bajarê Merîwan xwendekar li gelek bajaran daketin kolanan û bi dirûşman nerazîbûn nîşan dan.

Li Saqizê jî ciwan daketin kolanan agir dadan û bi dirûşman dewleta komarî ya Îslamî protesto kirin.

Li gelek bajaran jî di çarçoveya serhildanê de welatiyan dikanên xwe venekirin û bazar girtî man.

Li Pîranşarê bi meraxîmekê cenazeyê Komar Derufande yê 17 salî ku di xwe pêşandanê de hatibû qetilkirin hate veşartin. Bavê şehîd Komar ragihand ku ew bi kurê xwe serbilind e.

Her wiha li Sine jî bi merasîmekê cenazeyê Sarîna Sadî ya 17 salî ku roja borî ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qetilkirin hate veşartin. Di merasîmê de bê navber dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin qîrkirin. 

Li aliyê din xwendekar bi xurtî tevlî çalakiyan dibin û zanko kirine qadên nerazîbûn û xwepêşandanê. 

Li bajarê Şehryarî ya ser bi Kerec gelek kes di çileya yek ji xwepêşandarên hatî qetilkirin dwee kom bûn, piştre xwepêşandan kirin. Li ser vê yekê hêzên dewletê  êrîş birin ser çalakvanan û xwestin ku çalakiyê belav bikin. 

Her wiha li Erak û Tewrêz jî xwepêşandan û çalakî hebûn. Li gelek kolan û kuçeyên bajarên din welatî daketin qadan, agir dadan û bi dirûşim nerazîbûn nîşan dan.