Bakur û Başûrê Koreyê fuze avêtin hev

Bakur û Başûrê Koreyê fuze avêtin hev. Pyongyangê zêdeyî 10 fuze avêtin, yek ji wan sînorê deryaya navbera herdu welatan derbas kir.

Li hemberî fuzeyên ku Koreya Bakur avêt, Koreya Başûr jî sê fuze avêt deryayê û bersiv da. Seulê ragihand ku fuzeyên ji aliyê Koreya Bakur ve hatine avêtin "dagirkeriya xakê" ye û şermrezar kir.

Yek ji fuzeyên balîstîk ên menzîlkurt Xeta Sînorê Bakur derbas kir ku sînorê deryayê yê navbera herdu welatan e. Li ser vê yekê alarm hate dayin û ji şêniyên girava Ulleungdoyê hate xwestin ku bikevin stargehan. Girava Ulleungdo ya ser bi Koreya Başûr, bi 120 kîlometreyî li rojhilatê nîvgirava Koreyê ye.

Li gorî Seulê, ji Şerê Koreyê yê 1953'an û vir ve, ji dema cihêbûna herdu Koreyan û vir ve cara yekê ye ku fuzeyeke Koreya Bakur li cihekî nêzî bejahiya Koreya Başûr dikeve.

Koreya Başûr jî weke bersivdanê sê fuze ji bejahî ber bi hewayî ve avêt, her wiha topbaran kir. Rayedaran diyar kirin ku derdora 100 top hatine avêtin.

Serokkomarê Koreya Başûr ji bo "tedbîrên hişt û bi lez bêne wergirtin û Koreya Bakur berdêla giran a provokasyonan bide" ferman da.

Koreya Başûr gelek rêyên bejahî yên li ser Derya Rojhilat girt ku weke Derya Japon tê naskirin.

Seul û Washington niha bi navê "Vigilant Storm" (Bahoza Hişyar) mezintirîn tatbîqata hevpar a hewayî lidar dixin. Bi sedan balafirên şer ên herdu welatan tevlî tatbîqatê dibin.

Sekreterê Partiya Karker a li Koreya Bakur desthilatdar e Pak Jong Chon tatbîqat weke "êrîşkarî" û "provokatîf" pênase kir.