Li Fîlîpînê di bahozê de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Fîlîpînê di bahoza Nalgaeyê de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bahozê xisara herî zêde li girava Mîndanao ya li başûr çêkir. Li vê derê lehî rabû û erd jî heziya.

Li gorî Desteya Rêveberiya Bobelatan herî kêm 101 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bahozê piştre li girava Lûzonê da û her tişt da ber xwe. Li Manîla ya ku paytext e û li bajarên nêz jî lehî rabû.

Salê derdora 20 bahoz li Fîlîpînê dixe û xisareke mezin dide welat.  Di salên dawîn de ji ber ku daristan hatine qirkirin li welat lehî jî radibe û erd diheze.