Lula da Silva yê çepgir li Brezîlyayê bû serokkomar

Li Brezîlyayê di hilbijartinên serokkomariyê de ku roja Yekşemê pêk hat, namzetê çep Luiz Inacio Lula da Silva bi ser ket.

Lula da Silva ku di navbera salên 2003 û 2010’an de serokkomartî kir, bi mehan wek favoriyê hilbijartinê hat nîşandan.

Di hilbijartinê de li hemberî serokkomarê heyî Jair Bolsonaro ku rastgirê tund e û dijminê jinan e, bi zorê bi ser ket.

Li gorî encamên fermî, Lula ji sedî 50,90, Bolsonaro jî ji sedî 49,10 deng stendiye. Lula ji hevrikê xwe yê rastgir zêdetirî 2 milyon dengan bi dest xist.

Lê ev hilbijartin ji sala 1985’an vir ve ji dema ku welat vegeriya demokrasiye heya niha, ya herî teng û dijwar bû.

Lula jî bi vî rengî piştî 12 sal şûnda careke din vedigere qesra serokkomartiyê ya Planalto.

Lula di 1’ê Çileyê de wê dest bi wezîfeyê xwe bike û dikeve 77 saliyê xwe. Ew di dîroka Brezîlyayê de wê bibe serokkomarê herî pîr.

Lula diyar kir ku heta niha 6 caran bûye namzetê serokkomariyê û got ku ev cara dawî ye.

Lula got, "Êdî ez dixwazim dengê xwe bidim kesên din." Lula ku serokê berê yê kedkar û sendîkayê ye, şopa xwe li nîv sedsala dîroka Brezîlyayê da. Ew ji ber gendeliyê hat mehkûmkirin, lê piştî sê salan vegeriya ser wezîfeyê xwe a serokkomariyê.