CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Guterres: Mirovahî li hemberî xwezayê veguherî çeka tunekirinê
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres beriya civîna COP15'ê di merasîmekê de ya li Montrealê axivî û diyar kir ku mirovahî xwezayê wekî çopê bi kar tîne. -
Li Îranê cezayê bidarvekirinê li 5 çalakgerên din hat birîn
Daraza Îranê, cezayê bidarvekirinê li 5 çalakgerên din birî. -
Li dehan bajarên Rojhilatê Kurdistanê Greva Giştî didome
Roja Duşemê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê greva giştî dest pê kir. Greva giştî di roja 2’an de li gelek bajaran didome. -
Li Efganistanê êrîşa bombeyî: Herî kêm 7 kes mirin
Li bajarê Mezar-i Şerîf ê li bakurê Efganistanê, li hemberî xebatkarên şîrketeke petrolê êrîşek hate kirin. Herî kêm 7 kes mirin. -
Li Sûdanê di navbera leşkerên derbeker û sivîlan de peymanek hat îmzekirin
Li Sûdanê di navbera rêvebirên leşkerî yên di encamê derbeyê de hatin ser desthilatdariyê û sivîlan de ji bo dawîkirina krîzê peymanek hat îmzekirin. -
SIPRI: Şîrketên çekan hîn bêhtir firotin
Li gorî rapora Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI), 100 şîrketên çekan ên herî mezin, firotina çekan di asta ji sedî 1,9 de zêde kirine. -
Li Endonezyayê metirsiya ji ber Volkana Semeru zêde bû
Li Endonezyayê ji ber metirsiya Volkana Semeru hişyarî hate dayîn. -
'Êrîşên Tirkiyeye metirsî ye li ser xelkê herêmê û binpêkirina serweriya Iraqê ye'
Berdevkê Operasyona Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefacî bal kişand ser metirsiya êrîşên Tirkiye ya li ser xaka Iraqê û got, ev vekirî binpêkirina serweriya axa Iraqê ye û metirsiyê li ser jiyana xelkê herêmê dike. -
NY: Arash Sadeghî û girtiyên nexweş divê bêne berdan
Rayedarên Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ew ji rewşa tenduristiyê ya parêzvanê mafên mirovan Arash Sadeghî bi fikar in ku li girtîgeheke Îranê tê girtin û bang kir, ku Sadeghî û girtiyên din ên nexweş tavilê bêne berdan. -
Ji her şeş zarokan yek jê di nav şer de mezin dibe
Li gorî raporek a saziya parastina zarokan Save the Chîldrenê, ji her şeş zarokan yek; ango nêzê 450 milyon zarok li herêmên bi şer mezin dibin. -
Li Efganistanê li medreseyekê teqîn: Herî kêm 16 kes mirin
Li bajarê Aybakê yê li bakurê Efganistanê, li dibistaneke quranê teqînek pêk hat. Herî kêm 16 kes mirin. -
Li Misrê mûmyayên bi zimanê zêr hatin dîtin
Arkeologên li Misrê mûmyayên ku zimanên wan hatî jêkirin û li şûna vê pêlên zêr ên bi şeklê zimanan hatiye bi cih kirin, keşif kirin. -
Li Pakistanê êrîşa xwekujî: 3 mirî, 23 birîndar
Li rojavayê Pakistanê li hemberî polîsên ku li ber tîma derzîkirina zarokan bû, êrîşeke xwekujî hate kirin. Herî kêm 3 kes mirin, 23 kes jî birîndar bûn. -
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 73 roj in xwepêşandan dewam dikin
Hêzên dewleta Îranê ji bo çalakiyên protestoyî yên li dehan bajaran bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê bitepsîne, revandin, gefxwarinên tund û girtin zêde kirine. Lê belê xwepêşandan dewam dikin. -
Elmanya amadekariya rawestandina dersînorkirina Îraniyan dike
Li Elmanyayê, wezîrên karên hundir ên eyaletan roja Duşemê di civînekê de ragihandin ku Elmanya biryar daye dersînorkirinên welatiyên Îranê bên sekinandin. -
'Cihêkariyeke mezin li Romanên li Ewropayê tê kirin'
Li gorî raporeke Rêxistina Bingeha Romanan a Ewropayê, cihêkariyeke mezin li Romanan tê kirin. Bang li hikumetan û Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku li dijî vê yekê bikevin nava liv û tevgerê. -
Xwarziya Hamaney a ku got ‘Rejîma kujer’ hat girtin
Ferîde Mûrathanî ya xwarziya Rêberê Olî yê Îranê Alî Hamaney, bi hinceta ku bertek nîşanê zextên li ser çalakiyên protestoyî daye, hat girtin. -
Elmanya wê birçîtiya li Ûkraynayê ya salên 1930’î wek komkujî qebûl bike
Elmanya, wê birçîtiya li Ûkraynayê ya serdema Stalîn a salên 1930’î wek komkujî qebûl bike. -
Hejmara qurbaniyên erdheja li Endonezyayê gihîşt 310 kesî
Li girava Cava ya Endonezyayê ji ber erdheja bi 5.6 pileyî 310 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Rêxistinên Asyaya Pasîfîk: Êrîşên dewleta Tirk û Îranê rawestînin
Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî ên ji gelek welatên Asyaya Pasîfîkê, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û Îranê li hember Kurdan şermezar kirin û banga rawestandina şer kirin. -
Li Qûdsê teqîn: Kesek mir, 15 kes jî birîndar bûn
Li Qûdsê, li rawestgehên otobusê du teqîn pêk hatin. Kesekî jiyana xwe ji dest da, 15 kes jî birîndar bûn. -
Di erdheja Endonezyayê de hejmara miriyan 250 derbas kir
Ji ber erdheja bi dijwariya 5,6 pileyî ya roja Duşemê li grava Cava ya Endonezyayê rû da, hejmara miriyan derket 252'yan. -
Îranê dest bi hilberandina ûranyûma ji sedî 60 dewlemendkirî kir
Dewleta Îranê ragihand ku li navenda Fordoyê dest bi hilberandina ûranyûma ji sedî 60 dewlemendkirî kiriye. -
Li Endonezyayê erdhej: Herî kêm 56 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hate ragihandin ku di erdheja bi pileya 5,6 ya ku li girava Cava ya Endonezyayê pêk hat de, herî kêm 56 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Kolombiya, bi serhildêrên çekdar ELN’ê re ji bo aştiyê careke din rûdine
Hat ragihandin ku hevdîtinên aştiyê yên di navbera dewleta Kolombiyayê û rêxistina çep a gerîla ELN’ê de ku di sala 2019'an de hatibûn rawestandin, wê roja Duşemê li Caracas a paytexta Venezûelayê dest pê bikin.