Xwendekar bûne beşek mezin a serhildana li Rojhilat û Îranê

Xwendekar ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dadikevin qadan, bûne beş û hêzeke mezin a serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’.

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li nava zanko û xwendekvan bi xurtir didome. Ji bo tepisandina helwestên xwendekaran hêzên dewletê bi tundî êrîş dibin ser zanko û xwendekaran.

Di xwepêşandanên li zankoyên Sine, dîsa li Saqiz, Merîwan, Pîranşar xwendevanên zanko û amadeyî ku derketin kolanan û li nava dibistanên xwe nerazîbûn nîşan dan. Xwendekaran bê navber dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr kirin. 

Hêzên dewletê ji bo xwendekaran serkut bikin avêtin ser malên xwendekaran û bi tundî xwestin ku wan ji çalakiyan vegerînin û bitirsînin. 

Li bajarê Serdeşt, Dîwandere, Bokan, Rewanser, Merîwan û Sîne bi pêşengtiya jina li kûçe û kolanan nerazîbûn hebûn. 

Li aliyê Îranê jî xwndekar li gelek zanko û peymangehan daketin kolanan û nerazîbûn nîşanî dewleta Îranê da. Hêzên dewletê avêtin ser xwendekarên Zankoya Azadî ya Tehranê û bi êrîşê xwestin dawî li çalakiya wan bîne. 

Li gorî agahiyên hatin girtin rêveberên zankoyan ji bo pêşiya xwendekaran bigirin tevlî xwepêşandanan nebin, bi rêbazên cuda xwendekar ji waneyan dûr dixin û ji bo demkî cezayê ku nekevin zanko û dîsa malên xwendekaran bi rêya peyamên telefonî ji bo wan dişînin.

Li ser van hewldan û kiryarên dewleta Îranê Saziya Mafê Mirovan a Îranê bi peyamekê daxwaz zanko û navendên zanistî yên cîhanê kir ku piştgirî bide zanko û navendên xwendinê yên li Îranê.